Li gorî Riyadê eger Îran bidomîne divê berdêlê bide

Hevrikê herî mezin ê Îranê yê li herêmê Erebîstana Siûdî hişyarî da ku eger Îran 'polîtîkayên xwe yên êrîşkar' bidomîne divê 'berdêlê bide'.

Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adil El Cubeyr ku bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re hevdîtin kir, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re axivî.

El Cubeyr got, "Mîna Emerîkiyan me jî gotibûn ku berdêla wê çi dibe bila bibe em dixwazin şer asteng bikin."

Cubeyr diyar kir, aliyê ku aloziyê sor dike Îran e û got, "Nabe ku hûn êrîşî keştiyên li Kendavê bikin, nabe ku hûn êrîşî lûleyên petrolê bikin, nabe ku hûn fuzeyên balîstîk bidin komên terorîst ên mîna Hûsiyan ku li dijî Erebîstana Siûdî bi kar bînin."

Cubeyr got, "Lê belê eger êrîş li me bê kirin wezîfeya me ye ku em bersivê bidin" û diyar kir, "Pêkanînên giran ên aboriyê li Îranê tên ferzkirin. Pêkanîn wê girantir bibin. Eger Îran polîtîkayên xwe yên êrîşkar bidomîne divê berdêlê bide."

Cubeyr anî ziman, ji ber pêkanînan aloziya li Îranê zêde bûye, wê zêdetir bibe û got, "Eger Îran naxwaze bikeve bin pêkanînên nû divê polîtîkaya xwe biguherîne. Peyam ev e. Kes qala guhertina rejîmê nake."

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî hişyarî da û got, "Eger Îran bi vî rengî bidomîne wê encam felaket be."