HSK'ê kongreya xwe ya 27'an li dar xist

Saziya alîkariya mirovahî, Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) li bajarê Bonnê yê Elmanyayê kongreya xwe ya 27'an li dar xist.

Kongre bi tevlîbûna 100 delege û gelek mêvanan pêk hat.

Serokê Heyva Sor a Kurdistanê Dr. Rojvan Bîlgîn destpêka kongreyê axivî û diyar kir, saziya Heyva Sor a Kurdistanê sala 2018'an bi hêz û derfetên xwe di serî de ji bo gelê Efrînê û mexdûrên şer û kesên hêjar li hemû deverên Kurdistanê alîkarî kiriye.

Bîlgîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa koçberên Efrînê yên li herêma Şehbayê.

Piştî axaftina Dr. Rojvan Bîlgîn dîwana Kongreyê hate destnîşankirin û piştre rapora xebata salekê û ya aboriyê hat xwendin.

Rapora xebatên alîkariyê ya Hevya Sor a Kurdistanê de hate diyarkirin ku di sala 2018’an de di çarçevoya projeya alîkariya lezgîn, projeya tendirûstiyê, projeya zarokan, projeya belavkirina qurban, fitr û zikatan, projeya avakirina xaniyan li Şirnexê, projeya piştgiriya dayikên aştiyê, projeya piştgiriya girtiyên nexweş de bi giştî 3 mîlyon 134 hezar Euro  û 100 hezar dolarên Amerîkî alîkarî ji mexdûrên şer û kesên hêjar li Kurdistanê re hatiyê şandin. Her wiha 559 malbatên nû jî di çarçoveya projeyan malbatên xwişkûbira de alîkarî girtine. 

Di kongreyê de peyama pîrozbahiyê ya Heyva a Sor a Kurd li Rojava hate xwendin. Di peyamê de, Heyva Sor a Kurd ji bo hemû alîkariyên ji destpêka şoreşa Rojava heya niha bê navber hatine kirin, Heyva Sor a Kurdistanê re spasiya xwe şand.

Beşdarên kongreyê destnîşan kirin ji destpêka sala 2018’an ve Heyva Sor a Kurdistanê ji bo bersivdayîna pêdiviyên welatiyên muhtac ên li Efrîn û hemû deverên Kurdistanê xebatên alîkariyê di asteke bilind de meşandiye.

Piştî nirxandinan, rapora xebatê û rapora aboriyê ji aliyê delegeyan ve hat erêkirin.
Delegeyên Kongreyê ji bo bihêzkirina xebatên saziyê yên sala 2019’an, pêşniyar û nirxandinên berfereh kirin. Ji bo xebatên sala 2019’an plansazî hate çekirin ku Heyva Sor bi armanca bicîhanîna pêdiviyên mexdûrên şer li Kurdistanê xebatek serketî pêk bîne.
Di kongreyê de tevî xebatkarên serketî her wiha xebatkarên dildar yên bêhitrî 20 sal in dixebitin hatin xelatkirin.

Di dawiya kongreyê de jî rêveberiya giştî hate hilbijartin.