Avadaniyeke 5 hezar salî hate dîtin, civakeke wekhevparêz hebûye?

Komeke lêkolîner a navneteweyî monolîta herî kevn û ya herî tê zanîn a Efrîkaya Rojhilat derxist holê.

Ev cih 5 hezar sal berê ji aliyê koçerên ku heywan xwedîkirin hatiye avakirin. Ev der goristaneke mezin e jî û ev der li kêleka Gola Tûrkana ya Kenyayê ye.

Li gorî kovara ScîenceAlertê piştî kolandinan platformek derketiye holê ya ku 30 metre fireh e û tê de 580 kes hatine veşartin.

Arkeolog Anneke Janzen a ji Enstîtuya Max Planck dibêje dibe ku ev platform ji bo civîn, xurtkirina têkiliyên civakî û xurtkirina nasnameya civakî hatibe pêkanîn.

Li gorî lêkolîneran vê monolîta kevn, ji aliyê kesên ku heywan xwedî kirine hatiye avakirin. Di nîva avahiyê de valahiyek heye ya ku şêniyên herêmê miriyên xwe li wê derê vedişêrin. Gor piştre bi keviran hatiye girtin.Di heman demê de li dora monolîtê daîre û pîramîtên ji kevir hatine bicihkirin.

Bi sedan kes tevî xişrên xwe yên şexsî hatine veşartin. Li vê derê kesên ku temenê wan ji hev cihê hene û xişr wekî hev li wan hatiye belavkirin. Li gorî lêkolîneran di nav vê civakê de veqetîneke mezin a civakî tune û ev civak xwe dispêre rêgezên wekheviyê.

Arkeologan li derdorê tu gor nedîtin. Ev jî tê vê wateyê ku di vê civakê de ji bo tu kesî/kesê eleqedariyeke taybet tune.