CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Çarşema Sor li Şengalê hate pîrozkirin
Cejna Çarşema Sor li Şengalê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. -
Çarşema Sor li Aachenê hate pîrozkirin
Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan, li Aachen ê Elmanyayê bi pîknîkê hate pîrozkirin. -
Tatar: Lêxistina erbanê weke ruhê min ê duyemîn e
Hunermendê Erbaneyê yê bi navê Nûrûllah Tatar diyar kir ku erbane amûreke hestên gelek xurt dihewîne û got, lêxistina erbaneyê weke ruhê min yê duyemîn e. -
KCK: Çarşema Sor li civaka me ya Êzidî pîroz be
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê li ser cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da û got, "Komkujiya herî dawî ya li Şengalê careke din nîşan da, ku tenê gelekî rêxistinbûyî û xwe diparêze dikare nirx, çand, bawerî û hebûna xwe biparêze." -
MŞD: Çarşema Sor li serokê neteweyî Ocalan pîroz be
Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî Çarşema Sor li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Em ê bi perspektîfa Rêber Apo xweseriya xwe ragihînin." -
Ji KJK'ê peyama ji bo Çarşema Sor
KJK'ê li ser cejna Çarşema Sor daxuyaniyek weşand û got, "Bi pêşengiya Rêber Apo li çiyayê Şengalê, bi destê gerîlayên PKK'ê û hêzên azadiyê yên jinê jiyana nû ji nû ve tê afirandin." -
Koordînasyona Êzidiyan: Bila Çarşema Sor bibe wesileya tifaqa Êzidiyan
Koordînasyona Civaka Demoratîk a Êzidiyan, cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Ji her demê zêdetir pêwistiya me bi tifaq û yekîtiyê heye. Lewma pêwîste em bi yekbûna xwe bersiva dijmin û xêrnexwazin bidin." -
NAV-DEM: Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî, li tevahiya gelê Kurd pîroz be
NAV-DEM’ê bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor a Kurdan pîroz kir û got, "Roja azadî, afirîna cîhanê, peydabûna ber û bereketê pîroz be." -
KNK’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
KNK’ê bi daxuyaniyekê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Hêviya me ew e ku cejin, li gorî wate, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan." -
Meclîsa Avaker a Şengalê Çarşema Sor pîroz kir
Meclîsa Avaker a Şengalê, cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî pîroz kir. -
Kesên ku di Mala Cemê ya Gaziyê de asê mane: Heke mudaxele bikin em ê xwe bişewitînin
Hat hîn bûn, polîsan piştî ku êrîşî cenazeyê du ciwanan kirin ê ku li Taxa Gaziyê hatibûn qetilkirin, îcar jî dora Mala Cemê girtine. -
KNK’ê Cejna Paskalya pîroz kir
KNK’ê Cejna Paskalya li hemû gelên Asûr, Sûryan, Kildanî û bawermendên Mesîhî pîroz kir. -
IOM: Li Lîbyayê koçber li bazarên koleyan têne firotin
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya NY ragihand, li Lîbyayê bazirganên mirovan bazara kirî û firotina koleyan ava kirine. -
50. salvegera hatina Asûrî-Suryaniyan ji bo Swêdê hat pîrozkirin
Asûrî-Suryaniyan, li navçeya Sodertalje ya Swêdê şahiyek lidar xistin û sala xwe ya nû Akîtû û 50. salvegera hatina Swêdê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de ji bo referandûmê banga dayina dengê NA hat kirin. -
Şaredariya Qendîlê hezar dar danî
Şaredariya Qendîlê ji bo parastina xwezayê û vejîna xwezayê xebateke din li ser xebatên xwe zêde kir. Şaredariyê dest bi xebata li derdora riya giştî a Qendîlê danîna daran kir, danîna daran destpêkê li gundê Enzê û Bokrîskanê dest pê kir. -
Kemal Kûrkût li Nantesê hate bibîranîn
Xwendekarê Zanîngehê Kemal Kûrkût, ku roja Newrozê li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hat kuştin, li bajarê Nantes ê li rojavayê Fransayê hate bibîranîn. -
108 milyon însan di nav birçîbûnê de dijîn
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) li dinyayê ji 100 milyonî zêdetir mirov hindik maye ku ji nêza bimirin. -
Li Danîmarkayê fînala Newrozê li Albertslûndê çêbû
Li Danîmarkayê ev heftiyek bû ku Newroz dihate pîrozkirin, bi Newroza Albertslûndê Newroz bi dawî bû. -
Xwişka Ocalan jiyana xwe ji dest da
Xwişka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Aynî Yildirim li Amarayê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Ji bo Nûjiyan konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Nûjiyan Erhan a rojnamevan ku ji aliyê PDK’ê ve hate qetilkirin, li Rihayê konê sersaxiyê hate vedan. -
Bedlîs ji Newrozê re amadeye
Her sal bi beşdariya hezaran kesî ve Newroz tê pîrozkirin. Li Betlîsê jî xebetên Newrozê didome. Pirozbahiya Newroza Bedlîsê jî di 21’ê Adarê 2017’an de roja Sêşemê ye. -
244 Ciwan tevê nav hêzên QSD’ê bûn
244 ciwanên ji Reqayê, piştî perwerdeya 20 rojan tevê nav refên QSD’ê bûn. -
IOM: Li 4 welatan nêzî 10 milyon mirov rû bi rû birçîbûnê ne
Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IMO) diyar kir ku li hinek herêmên diyar ên Efrîqayê bi milyonan mirov di bin gefa birçîbûnê de ne. -
'Karê bav û kalan didomînin'
Hostayên mişar, kêr û dasan Muhammet Cengîz û Rojbîn ku li bazara kevin a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê karê hesinkariyê dike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikevin. -
Xaniyên derî û pace li ber nînin, bi kirê didin penaberan
Li taxa Kadîfekale ya Îzmîrê, xaniyên di çarçoveya projeya veguherîna bajêr de ji bo xerakirinê hatin valakirin, bi kirê didin malbatên Sûriyeyî. Li van xaniyên ku derî û pace li ber nîne, bê elektrîk û bê av in.