Têkiliya di navbera lêxistina dil û meyldarbûna sûc de!

Li Girava Maurîtûs a li Okyanûsa Hîndê hê ji zaroktî ve 894 ciwan hatine şopandin û li gorî encamên vê jî teoriyek hate bi pêş xistin bê ka çima mêr ji jinan zêdetir meyldar in ku sûc bikin.

Li Girava Maurîtûs a li Okyanûsa Hîndê hê ji zaroktî ve 894 ciwan hatine şopandin û li gorî encamên vê jî teoriyek hate bi pêş xistin bê ka çima mêr ji jinan zêdetir meyldar in ku sûc bikin.

Li gorî lêkolîna di kovara Crîmînology ya ku ji hêla pisporên Zanîngeha Pensîlvanya ya DYE’yê kirine di dema rawestandinê de dilê mêran li gorî yê jinan kêmtir lêdixe û ev jî bandorê dike. Li gorî vê di dema rawestanê de ji ber ku dilê wan kêmtir lêdixe beden zêdetir tevgerê daxwaz dike.

Li Girava Maurîtûs a li Okyanûsa Hîndê hê ji zaroktî ve 894 ciwan hatine şopandin û li gorî encamên vê jî teoriyek hate bi pêş xistin bê ka çima mêr ji jinan zêdetir meyldar in ku sûc bikin.

DEMA KU LÊXISTINA DIL KÊM BE LÊGERÎNA LI AKSÎYONÊ ZÊDETIR DIBE

Di encama vê de mêr ji jinan bêhtir li aksîyonê digerin, li cem jinan ji ber ku leza lêxistina dil zêde ye jixwe pêdivî bi hewcehiyeke wiha nayê dîtin. Ev hewceyî jî ji bo ku zêdetir kelecanî bibin mêran ber bi sporê û di hin rewşan de ber bi tiştên ku nikaribin kontrol bikin, ‘tiştên qedexe’ ve jî dibin.

Lêkolîneran li ser ciwanên Girava Maurîtus li hijmara lêxistina dil a di rewşa rawestandinê de ya zarokên di temenê 11 salî de nerîn û her wiha lê nerîne bê ka heta hatine 23 saliya xwe ti sûc kirine yan na. Ajotina wesayitên bê ehlîyet lê yên ku ‘kelecaniyê’ jî didin tevlî van sûcan hatin kirin, gotinên kesên ku li ser wan hatin kirin bi daneyên dadgehên edlî yên herêma ku lê dijîn re jî hatin rûberîhevkirin.

RÊJEYÊN SÛC DANE BER HEV Û HATE PIŞTRASTKIRIN

Di lêkolînê de diyar bû ku di dema rawestandinê de di zarokên 11 salî yên mêr de di deqeyê de dilê wan 88 caran û li cem zarokên keç de jî di deqeyekê de 98 caran dilê wan lêdixe. Zarokên mêr yên ku yên ku lêkolîn li ser wan hate kirin 47 ji 100’ê wan diyar kirin ku hewldana sûc kirine, li nav jinên ciwan jî ev rêje 11 ji 100’î bû.

Di qeydên dadgehê jî 16 ji 100’î yên mêran dosyayên wan ên sûc hatine dîtin, dosyayên jinan ê ku xwe gihandina dosyayên wan jî 1 ji 100’î bû.