AKP'ê di tenduristiyê de şoreş kir, ya jî darbe kir?
Berevajî îdîayên hikumeta AKP'ê, ku dibêje "Me li qada tenduristiyê şoreş kir", li Wanê di qada tenduristiyê de pirsgirêkên giran hene.
Berevajî îdîayên hikumeta AKP'ê, ku dibêje "Me li qada tenduristiyê şoreş kir", li Wanê di qada tenduristiyê de pirsgirêkên giran hene.
Bi taybetî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê û Nexweşaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê nikarin bibin bersiv ji pêwîtsiyan re. Ji sala 2016'an û vir ve ti ji personelên tenduristiyê û doktor ji Wanê re nehatiye tayînkirin. Personelên heyî jî bi biryarnameyên di hukmê qanûnî de, ji wezîfeyê hatin kirin an jî avêtin.
Bi taybetî bi sed hezaran mirovên li Colemêrg, Agirî, Bedlî, Mûş, Îdir û navçeyên wê dijîn, ji bo tedawî bibin tên Wanê. Nexweşxaneyên li vî bajarî, ku ji ber kêmaniya personel û ekîmanan nikarin bibin bersiv ji daxwazên gelê Wanê re, bi hatina şêniyên bajar û navçeyên derdorê re xitimîn. Gel, ji bo li polîklînîkan tedawî bibe, neçar dimîne bi saetan li korîdorên nexweşxaneyan bisekine. Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê û Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, li beşê jidayikbûnê, zarokan û li dehan beşên pê ve girêdayî, ya doktor qet nînin ya jî kêm in.
'BI REWŞA AWARTE RE PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ GIRANTIR BÛN'
Hevserokê Şaxê SES'ê yê Wanê Sezer Orenç diyar kir, bi derxistina ji kar a kedkarên tenduristiyê re ev pirsgirêk girantir bûye. Orenç anî ziman, ji bo valahiya ji ber îxraca kedkarên tenduristiyê were dagirtin, kedkarên tenduristiyê yên li ser kar in, ji rewşa normal bêhtir dixebitin û destnîşan kir, ku gelek caran kedkar destûra xwe ya nobedê nikarin bi kar bînin û ji hal dikevin.
'DIVIYABÛ 5 HEZAR 922 PERSONEL HEBÛNA, LÊ...'
Orenç bal kişand ser daxuyaniyên "Derxistina ji kar wê bi Rewşa Awarte û biryarnameyan dewam bike" yên AKP'ê û got, ev daxuyanî gefek li dijî kedkarên cemaweriyê ye.
Orenç di dewama axaftina xwe de got, "Ji ber fikara li ser siberoja xwe, kedkarên tenduristiyê bi pirsgirêka ewlekariya kar nikarin bi têrkerî tevlî kar bibin." Orenç ragihand, hejmara kedkarên tenduristiyê yên li Wanê divê bên xebitandin, li gorî agahiyên Sekreterya Giştî ya Yekîtiya Nexweşxaneyên Cemaweriyê li Wanê, divê 5922 personel bin, lê belê niha 2853 personel tên xebitandin, ku ev jî 48 ji sedî ya asta pêwîstiyê ye.
'LI NEXWEŞXANEYAN EKÎPMANA TÊKER NÎNE'
Orenç da zanîn, ji sala 2016'an û vir ve qet personelên tenduristiyê tayînî Wanê nehatine kirin û got, "Ji ber ku personel nehatine tayînkirin, rêjeya dagirtî ya nexweşxaneyan ji aliyê personelan ve, 51 ji sedî ye. Ev rêje li nexweşxaneyan divê herî kêm 80 ji sedî be."
Orenç bibîr xist, yekane nexweşxaneya 'bi aqil' ya Tirkiyeyê li Wanê ye, lê belê ev nexweşxaneyê tenê 40 an jî 50 ji sedî tê xebitandin.
Sezer Orenç anî ziman, kêmaniya kedkarên tenduristiyê, pêwîstiya li navendê û navçeyan zêde kiriye û destnîşan kir, ku ji ber ekîpmanên têrker nîne, gelek ji vekolînan li Wanê nikare bên kirin.
'GELEK UNÎTEYÊN LI YUZUNCU YILÊ HATINE SEKINANDIN'
Orenç diyar kir, bi taybetî êrîşa li hemberî kedkarên tenduristiyê û akademîsyenên li TFDOTM a Yuzuncu Yilê, gelek unîte bê bandor kiriye û got, "Tevizandina van servîsan her çend weke pirsgirêka kedkarên tenduristiyê were nîşandan jî, ev pirsgirêk bûye pirsgirêka gel ku yekser bandorê li gelê herêmê dike."
Hevserokê Şaxê SES'ê yê Wanê Sezer Orenç destnîşa kir, ku sîstema tenduristiyê ya heyî bi têrkerî xizmetê nade û li şûna başkirinê, mirovan nexweş dixîne.