Tevgera Ekolojiyê ji bo tevlêbûna Meşa Cûdî ya di 17'ê Îlonê de bang kir

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li dijî talana ekolojiyê banga tevlîbûna Meşa Cûdî ya 17'ê Îlonê li gelan kir û peyama “Em ê li dijî mêtingeriyê û talana ekolojiyê dengê xwe bilind bikin” da.

Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, derbarê meşa di 17'ê Îlonê de bi dirûşmeya “Li dijî Tala Xwezayê û Hilweşandina Şer” ber bi Çiyayê Cûdî ve li dijî talana ekolojîk a li herêmê xistine dewrê li Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrê Rojhilat a li navçeya Yenîşehîr a Amedê, civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Nacî Sonmez, Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Amedê Zeyat Ceylan û ekolojîst tev li civînê bûn. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Mirad Bîlgîç bi Kurdî Derya Akyol jî bi Tirkî metna daxuyaniya hevpar xwendin.

Bîlgîç, bal kişand ku li bajarên Kurdan rêbazên qirêj û qirkirinê berdewam dikin û wiha got: “Erdnîgariya Kurdistanê, di hemû keliyên dîrokê de ji hela dagirkerên ku xwe weke serwer dibînin ve hatiye mêtin û xwezaya wê hatiye qetilkirin, lê îro qirkirin di asteke jortir de û bi rêbazên qirêjtir berdewam dike.”

Bîlgîç, da zanîn ku taybetî bi desthilata AKP’ê re faşîzm li her qadê belav bûye û wiha berdewam kir: “Qirkirin kûrtir bûye, êrîşên li ser dîrok , çand û xwezayê gihîştine asta herî hovane,  bi polîtîqayên ku armanca wan tunekirina bîrê ye, êrîşê gelê Kurd dikin.”

POLÎTÎKAYÊN ŞER Û TUNEKIRINA EKOLOJIYÊ

Bîlgîç, destnîşan kir ku weke encama pêkanînên polîtîqayên şer û bi pergalî berdewamkirina şewata daristanan, pergala ekolojîyê tê tunekirin û wiha lê zêde kir: “Tevî ku bi rojan şewata daristanan berdewam dike, ji bo tefandinê tu tiştî nakin, di ser re jî hemwelatiyên ku dixwazin vî agirî bitefînin  asteng dikin. Ji ber polîtîqayên nîjatperest, daristanên ku li Kurdistanê tên şewitandin di çapemenî û medya dîjîtal de cih nagirin, şewata daristanên Kurdistanê ji hêla rêxistinên qaşo ekolojîparêz ve tê şolîkirin, ji ber vê yekê  dengekî xurt dernakeve.”

Bîlgîç, diyar kir ku piştî bi şewatê tunekirina daristanan, îro qirkirin gihîştiye astên cudatir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de li Şirnexê, bi giştî li seranserê Kurdistanê daran dibirin. Hebûnên ku hêmanên bingehîn yên ekolojiyê ne bi pêkanînên şer, her roj li ber çavên me tên tunekirin. Êrîşên tunekirinê yên bi dehsalan in berdewam dikin, îro bi nêrîna rantxwariyê, weke perçe ji laş jê bikin, daran tevî kokên wan ji axê vediqetînin û dibin bajarên cuda difiroşin.”

BANGA JI BO MEŞÊ

Bîlgîç, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em kesên ku li dîroka xwe, çanda xwe, nirxên xwe û li xwezaya xwe xwedî derdikevin; ji bo jiyan bi dawî nebe 17’ê Îlonê li Cizîrê tên cem hev. Ekoloji: bi civak, daristan, hewa, av û axa xwe heye. Em bi heqîqeta xwe ya civakî  ji bo jiyanê dengê xwe bilind dikin. Ji bo meşa ku bi şiyara ‘li dijî talan û qirkirinê meşa azadiyê’ ji Cizîrê ber bi Cûdî ve, jin, ciwan, komele, rexistinên civakî yên sivîl, sendîka, ode, partiyên siyasî… bi kurtasî em bang li hemû  gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin ku bên Cizîrê.”

‘DIVÊ EM HEMÛ LI DIJÎ VÊ YEKÊ TÊBIKOŞIN’

Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê yê HDP’ê Nacî Sonmez jî bal kişand ku demekî dirêj e li Şirnexê dar tên birîn. Sonmez, bêdengiya li dijî vê yekê rexne kir û wiha got: “Divê em bi tevahî li dijî vê yekê têbikoşin. Em her kesî vedixwînin meşa ku em dixwazin li Cizîrê pêk bînin. Em naxwazin kes li hemberî komkujiya xwezayê bêdeng bimîne. Îro li Kurdistanê daristan dişewitin, ez bang li çepgir û sosyalîstan dikim ku dengê xwe bilind bikin, heta ku dengê xwe li dijî qetilkirina xwezayê bilind nekin, ji xwe re nebêjin em sosyalîst in.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, destnîşan kir ku talan û hilweşandin hişmendiya mêtîngeriyê ye wiha axivî: “Ev hemû şer û hilweşandin bi rêya hiqûqa mêtingeriyê tê kirin. Talankirina dar û xwezayê ya îro li Botanê tê kirin, polîtîkayeke sedsalî ya bêmirovkirinê ye. Polîtîkayeke tunehesibandin û tunekirina Kurdan e. Nuqteya ku Tirkiyeyê xwe gihandiyê ev e. Li hemberî vê yekê divê hemû beş li dijî komkujiya li erdnîgariya Kurdistanê dengê xwe bilind bikin. Ne tenê Kurd; divê hemû ekolojîst, muxalîf deng derbixin. Ji ber ku di encamê de yên têk çûne wê ne tenê Kurd bin, wê gelên Tirkiyeyê jî bin.”

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku ji avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve erdnîgariya Kurdan tê talankirin û got: “Her serdemê Kurdistan hatiye talankirin û gelê me hatiye qetilkirin. Hesabê van komkujiyan tu carî nehat dayîn. Binêrin, qeymeqamekî li navçeyê zarokekî 13 salî kuşt, lê tu ceza nestand. Li Midyadê jî ciwanê 21 salî hate qetilkirin; dîsa me parastina walîtiyê dît. Ev mînakên şênber ên nêzîkatiya li Kurdan e. Her roj bi dronên bi çek êrişî Rojava dikin, me dît ku Efrîn hatiye talankirin, zeytûn hatine talankirin, ji bo talanê anîne û firotine. Her wiha êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê jî berdewam dikin. Ji bo hilweşandina axê serî li her şêwe polîtîkayên qirêj dide. Dijminatiya Kurdan bi vî rengî dewam dike. Erdnîgariya Kurdistanê bi çekên kîmyewî tê talankirin. Ev yek ji bo pêşerojê hilweşîneke mezin diafirîne.”

‘EM Ê LI DIJÎ MÊTINGERIYÊ, LI DIJÎ TALANKIRINA EKOLOJIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Ozturk da xuyakirin ku êrîşên di salên 1990’î de dest pê kirin di bin desthilata AKP-MHP'ê de zêde bûne û wiha domand: “Şewatên daristanan, mînaka birîna daran îro li Çiyayê Cûdî rû didin. Kî daran dibire, kî rantê bi dest dixe, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê dîtin. Ev mêtîngeriyek e, lazim e her kes li dijî vê serî hilde. Naxwe qirkirina Kurdan, ekolojiya Kurdistanê didomîne. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ê li dijî van sûcan di 17’ê Îlonê de ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin. Em ê li dijî mêtingeriyê, li dijî talankirina ekolojiyê dengê xwe bilind bikin.”