Li Kolnê mîtînga ‘Şêx Seîd’: Berxwedana 100 salî bênavber dewam dike
Bi wesîleya 100’emîn salvegera serhildana 1925’an a di pêşengtiya Şêx Seîd de, li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîngekî girseyî hate lidarxistin.
Bi wesîleya 100’emîn salvegera serhildana 1925’an a di pêşengtiya Şêx Seîd de, li bajarê Koln ê Elmanyayê mîtîngekî girseyî hate lidarxistin.
Mîtînga ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) û Enstituyên Kurd ve hate organîzekirin, li Qada Heumarktê hate lidarxistin.
Beşdarên mîtîngê tevî Şêx Seîd û 47 hevalên wî, pêşengên dîroka berxwedana Kurd bi bîr anîn û destnîşankirin ku têkoşîna nasname û azadiyê ya gelê Kurd bênavber dewam dike.
KEVNEŞOPIYA BERXWEDANÊ
Di mîtîngê de posterên Şêx Seîd, Xalid Behê Cibrî, Seyît Abdulkadir û Yusuf Ziya hatin hilgirtin û qada mîtîngê bi al û gotinên sembola berxwedanê hate xemilandin.
Hate destnîşankirin ku têkoşîna Rêber Apo dewama vê xeta berxwedana dîrokî ye. Di mîtîngê de Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axivî. Karamûs diyar kir ku serhildana 1925’an serhildana gel a li dijî înkara Kemalîst û Peymana Lozanê ye û destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin wê şêwe bide pêşeroja gelê Kurd.
‘NEVIYÊN ME WÊ TOLA ME HILÎNIN’
Serokê CÎK’ê Mele Şevket Çakir diyar kir ku gotina “Neviyên me wê tola me hilînin” a Şêx Seîd îro li refên têkoşînê ya gelê Kurd bersiva xwe dibîne. Çakir bilêv kir ku gelê Kurd bi sed salan in li ber xwe didin, wê êdî neyên xapandin û têkoşîna wan bi Tevgera Azadiyê re dewam dike.
DEWAM Û FÎNALA BERXWEDANÊ
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku jinên Kurd mîrateyekî berxwedanê ya girîng di vê têkoşînê de hiştine û wiha axivî: “Têkoşîna ku Rêber Apo da destpêkirin, bi armanca afirandina civakekî demokratîk û azad dewam û fînala vê berxwedanê ye. Rêber Apo bi ders derxistina ji vê rastiya dîrokî, bi paradîgmayekî nû têkoşînê didomîne.”
‘SERÊ ME BILIND E’
Serokê Giştî yê CÎK’ê Hîkmet Serbilind jî wiha got: “Wekî gel serê me bilind e; gelê Kurd li her derê ji bo protestokirina darvekirina rêberên xwe û rûmetkirina têkoşîna wan li qadan in.”
Neviyê Şêx Seîd Hasan Basrî Firat jî beşdarên mîtîngê kir û derbarê dîrokçeya serhildana 1925’an û bîranîna têkoşîna Şêx Seîd û hevalên wî nirxandin kir.
‘TÊKOŞÎNA AZADIYÊ WÊ DEWAM BIKE’
Siyasetmedar Îdrîs Baluken jî di axaftina xwe ya li mîtîngê de wiha got: “Xwestin bîra civakî bitepisînin. Gelê Kurd xwedî li vê têkoşînê derket û wê îro hesaba vê zilmê bipirse.”
Baluken destnîşan kir ku gelê Kurd bîra xwe ya sed salî diparêze û diyar kir ku bi pêşbiniya stratejîk a Rêber Apo re ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyekî nû hatiye destpêkirin. Baluken anî ziman ku ji bo bi serketî encambûna vê pêvajoyê divê dewlet berpirsyariyên xwe bi cih bîne û guhertina destûra bingehîn bivê nevê ye.
Di mîtîngê de hunermend Hozan Aydin û Dengbêj Maruf ji bo bîranîna Şêx Seîd û hevalên wî stran gotin. Mîtîng bi banga zîndîhiştina sembolên berxwedanê di nava bîra civakê de bi dawî bû.
ENCAMNAMEYA KONFERANSA BRUKSELÊ
Li qada mîtîngê encamnameya konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Şêx Seîd û Cemîyeta Azadî: Dîrok, Bîr û Îtîraza Kolektîf" ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Enstîtuyên Kurd ên Elmanya û Belçîkayê ve di 27-28’ê Hezîranê de li paytext Brukselê hate lidarxistin, hate xwendin.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku cihê gora Şêx Seîd û 47 hevalên wî hîna nehatiye eşkerekirin û hate diyarkirin ku ev rewş ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo wîjdana mirovahiyê jî binpêkirinek mezin a maf e.
Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:
Pêşkêşî û nîqaşên di konferansê de eşkere kirin ku serhildana 1925’an ne "bûyerek bû ku di demên berê de qewimî û bi dawî bû", lê meseleyeke rastî, bîr û edaletê bû ku îro bi awayên cuda berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, em dixwazin van çavdêrî û bangan bikin:
1- Rastiya ku gorên Şêx Seîd û 47 hevalên wî ji darvekirina wan ya sala 1925’an ve nehatine eşkerekirin, ne tenê ji bo malbatên wan û gelê Kurd, lê di heman demê de ji bo hemî kesên xwedî wijdan û mafê mirovan ên gerdûnî neheqîyek cidî ye. Ji ber ku nebûna gorekê tê wateya tune hesibandina mirîyî. Nezanîna cihê cenazeyê kesekî rê li ber şîna civakî, yadkirin û bîranînê digire.
2- Ji ber vê yekê, nebûna gorekê ne tenê kêmasîyek fizîkî ye; ew di heman demê de rêyek e ji bo tepeserkirina bîranînê, kontrolkirina cîh û paşguhkirina mafê şîna kolektîf a gelî ye. Kesên ku bê gor dimînin, hewl tê dayîn ku ji dîrokê werin jêbirin û bêrûmetkirin da ku nasnameya kolektîf were jibîrkirin. Ji ber vê sedemê, di têkoşîna wan a ji bo edalet û naskirina dîrokî de, ev rewş hîn jî yek ji daxwazên herî bingehîn û lezgîn yên gelê Kurd in.
3- Tevî ku hemû agahîyên li ser vê gora komî di arşîvên dewletê de heye jî, rastîya ku heta niha tu daxuyanîyek fermî li ser nehatîye dayîn nîşan dide ku îradeya rûbirûbûna bi rabirdûyê û rastîyê re tune. Diyarkirina cihê gorê, destnîşankirina wê bi rêbazên zanistî û vegerandina cenazeyan bo malbatên wan berpirsyarîyên mirovî ne ku sed sal in nehatine bicîhanîn.
4- Ev praktîka bê gor hiştinê ne tenê bi Şêx Seîd û hevalên wî ve bi sînor e.
- Kesayetên ku di sala 1930’î de li Geliyê Zîlan û di sala 1935’an de li Sasonê hatin qetilkirin di gorên komî de hatin veşartin.
- Cihên gorên Seyîd Riza û hevalên wî, ku piştî Komkujîya Dêrsimê ya 1937’an hatin bidarvekirin, heta roja îro nehatine eşkerekirin.
- Ev sîyaseta bênîşankirin û jêbirina bîranînê wekî sîyasetek fermî di hemû serhildanên wê serdemê de hat bicîhanîn.
- Bi heman awayî, gora Bedîuzzeman Seîd-î Kurdî, ku di sala 1960’î de li sirgûnê jiyana xwe ji dest daye û ligel ku wesîyet kirîye ku li Bedlîsê were veşartin jî, winda ye.
5- Yek ji şertên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ji bo aşitiyê bi gelê Kurd re, rûbirûbûna bi pirsgirêkên bîranîn û rastîyê re ye. Veşartina goran, krîmînalîzekirina kesayetên dîrokî û bêrêzîya li hember bîranînên wan li pêşîya aştiyeke mayînde astengîyên cidî ne.
6- Ji ber van sedeman, em bang li Komara Tirkiyê û saziyên rayedar dikin ku gavên berbiçav ên jêrîn bavêjin:
- Cihên gorên Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, Seyit Abdulkadir Nehrî, Şêx Şerîf, Yusuf Zîya, Reşoyê Silo, Şêx Resûl, Biroyê Heskê Têlî, Şêx Zahir û Seîd-î Kurdî, kesayetên ku ji bo gelê Kurd nirxên mezin ê dîrokî, sîyasî, çandî û sembolîk in û heval û şopdarên wan yên ku bi wan re jîyana xwe ji dest dane eşkere bikin; cenazeyan vegerînin bo malbatên wan, rê li ber rûbirûbûna civakî vekin; dawî li êrîş, bêrêzî û nêzîkatîyên înkarker yên li hemberî bîranîna van kesan bînin.
- Dev ji gotinên dijminane yên li hember van kesayetan yên di diroka fermî û pergala perwerdehiyê de berdin. Ji bo ku heqîqet derbikeve holê divê hemû arşîvên xwe ji raya giştî re vebikin.
- Mekanîzmayên rûbirûbûna bi êşa rabirdûyê re saz bikin, rastiyê eşkere bikin, edaletê pêk bînin, wijdanan rehet bikin û aştîya civakî gengaz bikin.
7- Eve sed sal in ku sîyaseta inkar, îmha, sêdare û tasfiyeyê berdewam e. Piraniya serhildanên Kurdan bi dadgeh û sêdareyan re rûbirû mane. Serhildana dawîn a Kurdan a di bin pêşengtîya Birêz Abdullah Ocalan de ku eve 52 sal in berdewam dike, niha li ser maseya muzakereyê ye. Bi vê munasebetê em bang li rayedarên dewleta Tirkiyeyê dikin ku dawî li siyaseta înkarê bînin, dev ji îmha û tasfiyeyê berdin, maf û rastiya gelê Kurd nas bikin.
Aşitî ne tenê bi bêdengkirina çekan mimkun e; lê di heman demê de bi dayina mafê zindiyan, dîtina cihekî ji bo miriyan, naskirina bîranînên wan, dayina mafê wan û rûbirûbûneke bingehîn bi rastiya rabirdûyê re mimkûn e.
Gorên wendakirî yên Şêx Seîd û hevalên wî di rastîyê de kurteya bîr û dîroka Kurdan e ku ev 100 sal in hewl didin bidin jibîrkirin û wenda kirin. Lê belê, her çend gor û cenaze winda bibin jî, bîr ranaweste; dîrok were veşartin jî daxwaz û têkoşîna ji bo edaletê berdewam dike.