BI DÎMEN

Tatar: Lêxistina erbanê weke ruhê min ê duyemîn e

Hunermendê Erbaneyê yê bi navê Nûrûllah Tatar diyar kir ku erbane amûreke hestên gelek xurt dihewîne û got, lêxistina erbaneyê weke ruhê min yê duyemîn e.

Erbane yan jî def, di cîhanê de wekî ensturmaneke herî kevn û dîrokî ya muzîkê tê zanîn. Ji aliyê gelek neteweyan ve hatiye bikaranîn. Li Bakurê Kurdistanê jî li herêma Serhed û Botanê, jê re dibêjin def. Li herêmên Xerzan û Amedê jî jê re dibêjin erbane. Li Asyaya Navîn, Ewropa, Amerîka, Afrîka û Rojhilata dûr defê di kombûn û ayînan de cîhekî taybet girtiye. Erbane di nav civakê de bi armancên cihê hatiye bikaranîn. Di şîn û govendan de, di şer û şahiyan de, di meş û çalakiyan de, ev enstruman hatiye bikaranîn. Erbane demeke dirêj di bin bandora dîn de maye. Her çiqasî dîroka wê ne bi tenê dîrokekê dînî be jî, heta beriya bi 30-40 salan weke enstrumaneke dînî dihate nasîn. Herî zêde tê zanîn ku erbane enstrumaneke sereke ya Muzîka Kurdî ye û mirov nikare erbanê ji çanda Kurdan cuda binirxîne. Erbane neynîka canda Kurdî ye.

'EVÎNA GIYAN Û TEHLO'

Hunermendê Erbaneyê Nûrûllah Tatar (55) ê ku dibêje lêxistina erbanê ji bo min weke ruhê duyemîn e, qala hunera xwe kir: "Erbane enstrumaneke wisa ye ku di nava xwe de hestên gelek xurt hewandine. Erbane heta niha xwe di nava dîrokê de parastiye û îro em dikarin bibêjin ku şahîdê dîrokê ye. Gelek neteweyan jî ev enstruman bi kar anîne. Lê herî zêde li ser axa Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Heke mirov erbanê bike, nikare enstrumanên muzîkê yên din ji erbanê qut bike. Erbane bi serê xwe çandeke mezin e. Evîna Erbanê weke evîna Giyan û Tehlo ye. Çawan ku evîna Giyan û Tehlo li bajarê Amed û Wanê belav bû, ti kesî nedikarî wan ji hev cuda bike. Evîna Giyan û Tehlo hevdû temam dikir. An jî mirov nikare erbanê ji Muzika Kurdî cuda binirxîne. Muzîka Kurdî bi erbanê xwe temam dike."

'LI ENSTRÛMANA DÎROKÎ XWEDÎ DERKEVIN'

Tatar da zanîn ku divê gel xwedî li enstrûmana xwe ya dîrokî derkevin û wih pê de çû: "Di salên berê de erbane bi çermên sewalan dihat çêkirin û dengê wê ji çerm, li gor yên niha ku li fabrîkayan tên çêkirin xweştir bûye. Lê di salên dawî de erbaneyên çerm nemane û niha hema bêje hemû erbaneyên hene yên li fabrîqeyan hatine çêkirin e. Bi taybetî jî erbane li Bakurê Kurdistanê li heremên wek Amed, Xerzan, Botan û Serhedê jî gelek tê bikaranîn. Li heremên wek Amed, Xerzan, Botan û Serhedê bêhtir çanda erbanê bi derwêşan tê nasîn û di nav civakê de wisa belav bûye, li dilê wan êş û elemên di dilê dayikan dibe lorîn diherike nav jiyanê. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê gelên Kurd xwedî li vê enstrûmana xwe ya dîrokî û kevnar derkevin."

'DERWÊŞIYÊ JI BAVÊ XWE HÎN BÛ'

Tatar anî ziman ew weke derwêşên erbaneyê gund, bi gund, bajar bi bajar digerin û dilê welatiyan şad dikin. Tatar diyar kir ku ew di temenê xwe yê biçûk de erbanê û derwêşiyê ji bavê xwe hîn bûye û ev tişt got: "35 sal e, ez kolan bi kolan digerim û erbaneyê dixim. Ez zarok bûm, bavê min li erbanê dixist û min ji bi hezkirinek mezin lêdinêrî. Min dixwest bavê min hînî min bike. Li Bakurê Kurdistanê çanda derwêşiyê heye, dema ez zarokbûm ez bi bavê xwe re diçûm li gundên Kurdistanê digeriyam. Niha jî ew weke derwêş diçin Mûş, Wan, Agirî, Qers, Betlîs, Çewlîg, Colemêrg, Şirnex û li Amedê digerin, li erbaneyê dixin. Ez tiştekê naxwazim lê tenê bila erbaneya min hebe. Dema ku em diçin li gundan erbaneyê dixin, gundî eleqeyek mezin nişan didin. Erbane amûreke gelek kevn û girîng e."