Sala 2021 li Ewropayê bû sala felaketên avhewayê

Li Ewropayê sala 2021 bû sala ku têde felaketên mîna havîna herî germ, şewatên mezin û lehiyên wêranker qewimîn.

Li gorî servîsa Ewropî ya ku guherîna avhewayê dişopîne Copernîcûs, gerstêrka me li gorî serdema beriya pîşesaziyê di navbera 1,1 û 1,2 pileyî de germ bûye.

Ewrûpa bi germahiya navgînî ya +2 pileyî hê zûtir germ dibe.

Germahiya global li seranserê cîhanê dibe sedema bûyerên meteorolojîk ên tund, Ewropa jî para xwe jê digire.

Derhênerê Copernîcûs Carlo Bûontempo di daxuyaniyeke nivîskî de got, "2021 ku di nav de havîna herî germ a Ewropayê, pêlên germê yên Deryaya Navîn, lehî û kêmbûna ba bû bû saleke tije felaket."

Li gorî Bûontempo têgihîştina tundiya hewa û avhewayê nîşan dide ku "ji bo beşên sereke yên civakê her ku diçe girîngtir dibe."

Li gorî raporê, dema ku sal bê girtina dest, her çiqasê Ewropa di nav 10 germtirîn parzemînan de cih negirtibe jî, lê havîna sala 2021’ê havîna herî germ bû ku li Ewropayê hat tomarkirin ku bi 1°C  ji  hema bêje 30 salên dawî zêde bûye.

Heya niha nîşana herî zelal a guherîna avhewayê ya li Ewropayê xurtbûna pêlên germê ye. Lê li gorî zanyaran bûyerên dijwar ên din jî wê heman rêgezê bişopînin. Nivîskarê sereke yê raporê Freja Vamborg bi vê gotinê, "Em texmîn dikin ku wê di pêşerojê de ev zêde bibin" hişyarî da.