Qeyûm tayînî Şaredariya Curnê Reş hate kirin

Li Şaredariya Curnê Reş ku DEM Partiyê di hilbijartinan de bi dest xistibû, Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş weke qeyûm hate tayînkirin.

QEYÛM TAYÎNÎ CURNÊ REŞ HATE KIRIN

Di hilbijartinên xwecihî de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Curnê Reş a Rihayê bi dest xistibû, lê piştre biryar hat dayîn ku hilbijartin jinûve were kirin. Li Şaredariyê qeyûm hate tayînkirin.

AKP’iyan sindoq şewitandin û piştre îtîrazê hilbijartinê kirin. Ev îtîraz ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve hate qebûlkirin û biryar hat dayîn ku hilbijartin 2’yê Hezîranê jinûve were kirin.

Qeymeqamê Hîlwanê Orhan Gazî Karakaş bi erêkirina Walîtiya Rihayê weke şaredar hate tayînkirin.