Pisporên avhewayê ji bo pêşerojek domdar bang kirin

Zanyaran hişyarî dan ku 'nîşanên jiyanê' yên cihanê di dîroka mirovahiyê de ji her demê xirabtir in û banga veguheztinek bilez û dadwerî bo pêşerojek domdar kirin.

Tîmeke navneteweyî ya zanyaran hişyarî da ku "nîşanên jiyanê" yên li ser rûyê erdê di dîroka mirovahiyê de ji her demên xerabtir in. Ev tê wê wateyê ku jiyana li ser gerstêrkê di xetereyê de ye.

Di raporê de derket holê ku ji 35 gerstêrkan 20 jê  nîşanên jiyanî yên di asta hetî bilind de ye. Di raporê de belavbûna gazên serayê, germahiya gerdûnî û bilindbûna asta deryayê û her wiha hejmara nifûsa mirov û heywanan jî hene.

Lêkolîneran diyar kirin ku di gelek qeydên avhewayê, di sala 2023’an de germahiya hewayê ya gerdûnî, germahiya deryayê û qeşaya deryaya Antarktîkayê yên pir mezin şikestine. Germahiya herî zêde ya ku heya niha hatiye tomarkirin di Tîrmehê de bû, dibe ku germahiya herî germ a ku gerstêrkê di 100,000 salên dawî de ya hetî zêde hatiye dîtine.

Lekolînwanan gazî veguheztinek bo aboriyek gerdûnî kir ku pêşî li xweşbûna mirovan digire û vexwarina zêde û serfkirina zêde ji hêla dewlemendan ve divê bê kêmkirin.

Yek ji nivîskarên sereke yên raporê Dr. Christopher Wolf got; "Bêyî çalakiyên ji bo çareserkirina pirsgirêka ku mirovahî ji erdê bêtir ji ku dikare bi ewlehî bide derxistin, em bi hilweşîna potansiyela pergalên xwezayî û sosyo-aborî û cihanek germahiyên bêtehemmul û kêmbûna xwarin û ava şirîn re rû bi rû ne. Di sala 2100’an de, bi qasî 3 heta 6 milyar mirov wê bimirin. Dibe ku ew xwe li derveyî qadên jiyanê yên cîhanê bibînin. Ev tê wê wateyê ku ew ê bi germahiyên dijwar, kêmbûna xwarinê û rêjeya mirinê ya zêde re rû bi rû bimînin.”

Analîza ku di kovara Bioscience de hat weşandin, nûjenkitina rapora 2019’an e ku ji hêla 15 hezar zanyaran ve hatiye pejirandin.

Di raporê de wiha hat gotin: "Mixabin, dem qediya... Em pergalên xwe yên gerstêrkan ber bi bêîstiqrariya xeternak ve dikişînin.”

Prof Tim Lenton, ji Zanîngeha Exeter a li Brîtanyayê ku di raporê de ked daye got: "Ev rapor bi serê xwe xeternak in û di heman demê de gefên ku xalên guheztinê yên ku dikarin zirarên nevegerandî derxînin holê û guherîna avhewayê bêtir bileztir bikin. Hêviya me ya herî baş a ji bo pêşîgirtina li kavilbûnê ev e ku em xalên guheztinê yên erênî di civak û aboriyên xwe de destnîşan bikin û bişopînin da ku veguheztinek bilez û dadwerî pêşerojek domdar misoger bikin."