Nan li Colemêrgê tenê li firinan tê firotin

Ji ber zêdekirina buhayê nan, li navend û taxên Colemêrgê nan êdî li dikan û marketan nayê firotin.

Li Tirkiyeyê ji ber krîza aboriyê li gel hemû berhemên xurekê, buhayê nan jî li pey hev zêde bû. Li Colemêrgê di nava 10 rojan de 2 caran buhayê nan zêde bû. Ji ber ku firin nan nafiroşin dikan û marketan, xelk neçar dimîne ku nan tenê ji firinan bikire.

Li Colemêrgê 20'ê Mijdarê bi 25 qurişî zem li nên hate kirin û buhayê nan bû 2 lîre û 25 quriş. 1'ê Kanûnê cara duyemîn hate zêdekirin û buhayê nan bû 2 lîre û 50 quriş.

Li navend û taxên Colemêrgê nan êdî li dikan û marketan nayê firotin.

Ji ber ku firin nan nafiroşe dikan û marketan, xelk neçar dimîne ku tenê ji firinan nan bikire.

Mirovên dûrî navenda bajêr in jî neçar dimînin ku bi saetan bimeşin.

Firinkar dibêjin ku maliyeta belavkirina nan li dikan û marketan zêde ye, lewma biryara xwe rast dibînin.

Ferît Sabah ê 50 salî got, "Ez niha rojane herî kêm 10 nanî dikirim. Mehane 300 heta 350 lîreyî didim nan. Bi zemê re em êdî bi zehmetî nan dikirin."

Ahmet Işik jî got, "Serê sibehê ji ber ku bi çend qurişan erzan e, gel li ber firinan dikevin rêzê. Yên ku em xistine vî halî em baş bi wan zanin. Yên li qesran dimînin nepêkane ku rewşa gel fêhm bikin."