'Mîrê Bilûrê' hate veşartin
Kurdistaniyên li Ermenistanê bi merasîmekê hunermendê navdar, Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo spartin axê.
Kurdistaniyên li Ermenistanê bi merasîmekê hunermendê navdar, Mîrê Bilûrê Egîdê Cimo spartin axê.
Mîrê Bilurê Egîdê Cimo, 30'ê Çileyê roja Çarşemê li paytexta Ermenîstanê Erîvanê çûbû ser dilovaniya xwe.
Cenazeyê Cimo, ji hêla Kurdistaniyên li Ermenistanê ve bi merasîmekê li goristana malbatê ya li gundê Qamişan ê ser bi Oktoberyanê hate veşartin.
Yekîtiya Kurdistaniyên Ermenîstanê, Komîteya Kurdistanê, hunermend Çiya Şenses ê ji Bakurê Kurdistanê, ji NÇM'ê Veysî Altay ê li ser navê Sînemaya Mezopotamyayê, Mamoste Şêrko ê ji Muzîka Ma, rêveberê KOM muzîkê Yemlîxan Adiguzel û ji Başûrê Kurdistanê, Ewropayê gelek hunermend û dostên wî beşdarî merasîma cenaze bûn.
'BI SALAN XWEDÎ LI ÇANDA KURD DERKET'
Endamê Meclîsa Damezrîner a Şengalê Silo Dirboyan bi navê Yekîtiya Kurd a Ermenîstanê û Komîteya Kurdistanê axivî û got, "Sedsala 20'an sedsala kuştina Kurdan bû. Ziman û çanda Kurd hatibû qedexekirin. Apê Egîd ji malbateke Kurd a Êzidî bû ku neçar ma koçî Ermenîstanê bike. Li radyoya Ermenîstanê bi salan xwedî li çanda Kurd derket. Bi huner û kesayetiya xwe ya welatparêz mirovekî mînak bû. Bi hunera xwe li dijî her şêwe zext û zordariyan xwedî li çanda Kurd derket. Hewl da destanên lehengiyê bi bilûra xwe bide bihîstin." Dirboyan sersaxî ji malbatê, civaka Êzidî, gelê Kurd û hezkiriyên wî xwest û diyar kir, wê xwedî li hunera wî derkevin.
'EM Ê XWEDÎ LI DENGÊ BILÛRA WÎ DERKEVIN'
Ji hunermendên Ma Muzîkê Mamoste Şêrko jî got, "Nifşekî Kurdistanê bi dengê bilûra te mezin bû. Em soz didin te Apê Egîd, em ê zarokên Kurdistanê bi dengê bilûra te mezin bikin. Em ê xwedî li dengê bilûra te derkevin. Tu yê nemir e, di dilê zarokên Kurdistanê de her bijî. Li çar aliyê Kurdistanê tu yê bi dengê bilûra xwe bijî. Oxir be ji te re Apê Egîd!'
'BI RÊYA HUNERA XWE LI WELATÊ XWE BÛ'
Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Çiya Şenses jî got, "Mamoste Egîdê Cimo dûrî welatê xwe bû. Lê belê bi hunera xwe eşqa welatê wî pê re bû. Ev yek hem di hunera xwe de hem jî di kesayetiya xwe de nîşan dida. Êşa me giran e, lê belê mamoste Egîdê Cimo namire. Ji ber ku bi huner, dengê bilûra xwe, bi eşqa xwe, bi dilsoziya xwe ya bi Kurdistanê re xwedî cihekî girîng e." Şenses sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û strana "Delal hay delal" got.
Cenaze piştî axaftinên hunermend û nûnerên saziyan hate vaşartin.