Li San Francîscoyê ezman bû tirincî

Li Kalîforniyayê ji ber şewatên zêde li San Francîscoyê li bajêr atmosfereke surrealîst çêbû. Hewaya bi mij û dû dîmeneke wiha da, we ku qet rojê nehilatibe.

Li eyaleta Kalîforniyayê ya DYE'yê ji 20'î zêdetir cihan hê jî şewat didomin. Li herêma Fresno ya li bakurê eyaletê li dijî şewatê ya bi navê 'Creek Fîre'yê derdora hezar xebatkarên agirkujiyê hewl didin ku şewatê bitefînin. Tenê li vê heremê 56 hezar hektar bû xwelî.

Şewat li Eyaleta Washîngtonê, ji ser sînorê Qenadayê heta bi eyaleta Kalîforniyayê ya nêzî San Dîegoyê ya li nêzî sînorê Meksîkayê didome.

Rayedar bi heftiyan in rojane agahiyê didin, bang dikin kesên nerehetiyê wan hene ji ber hewaya nebaş dernekevin derve.

Hewaya bi mij û dû ya li San Fransîscoyê dîmeneke weke roja qiyametê bi xwe re anîn. Wesayit ro li nîvor farên xwe vedikin, hin mirov li ber rohniya çirayê li ser kompîtirên xwe dixebitin.