Li Myanmarê lêhî:13 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn

Li başûrê Myanmarê ji ber barana mûsonê lehî rabû, 13 kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn. Ji ber lêhiyê jî bi deh hezaran kesan neçar man malên xwe terikandin.

Sibeha Înê li gundê Thae Pyar Kone ya eyaleta Monê lêhî rabû. Li gorî agahiyên destpêkê yên rayedarên xwecihî dane 13 kes mirin û 27 kes birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Hate diyar kirin ku dibe bîlanço giran bibe.

Li tevahiya welat ji ber barana zêde çem herikîn, rayedaran welatiyên li derdora çeman dijîn hişyar kir.

Lêhiyê bi taybet li herêma Bogo da. Ji asîmanan ve dema mirov lê dinihêre, tê dîtin ku herêm bûye goleke mezin. Bi taybet gundê Shwegyîn dibinê avê de maye.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Civakî lehiyê herî zêde li Bogo, Mon û Karenê daye. Berpirsê Saziya Bobelatan Ko Ko Naîng got ku “Ji ber lehiyê 30 hezar kesan malên xwe terikandine.”

LI VÎETNAMÊ 8 KES MIRIN

Li Vîetnamê jî vê hefteyê barana zêde hebû. Li herêma daristan a navenda welat herî kêm 8 kes mirin. Tîmên rizgarkirinê neçar man bi dehan gundên wîlayeta Lam Dong tehliye bikin.