Li Îspanyayê germahiya hewayê derketiye asta anormal

Li Îspanyayê pêleke nû ya hewaya germ ku wekî “Anormal” tê nirxandin hatiye welat.

Li Îspanyayê di nava 10 salên dawî de meha Gulanê bibû meha herî germ. Niha pêlek a germahiya nû hatiye.

Ji ber germahiyên zêde li bajaran jiyan bi zehmet bûye. Berdevkê Saziya Meteorolojî ya Îspanyayê (Aemet) Rûben del Campo diyar kir ku ev qonaxên sotîner wê bi “Germahiyên zêde” bi encam bibe û dibe ku heya dawiya hefteyê dewam bike.

Rayedarê Aemetê destnîşan kir ku germahiya hewayê wê di nava rojê de 40 pileyan derbaz bike û wê şevê jî di navbera 20 û 22 pileyan de be.

Li gorî Campo “Germahiya zêde di vê dema Biharê de ne normal e” û “Sedemê wê germahiya gerdûnî ye.”

Di nava 10 mehên dawî de li Îspanyayê 4 qonaxên zêde germ hatin jiyîn. Di meha Tebaxê ya derbasbûyî de germahiya hewayê derket heya 47,4 pileyan. Di navbera Noel û sala nû de di pileyên îstîsnayî de germahiyên zêde ya hewayê dihat jiyîn û di meha Gulanê de pêla hewaya germ hat. Pêla çaremîn jî niha heye.

Her çiqasê ku havînên sotîner ên herêmî yên Îspanyayê hebin jî, her sal hinek din germ û dirêjtir dibin.

Qonaxek a Havînê, li gorî sala 1980’an mehek dirêjtir dewam dike. Tê texmînkirin ku ev germahî her sal dibe sedema mirina nêzî 1800 kesan.