Li 13 welatan dibistan hatin girtin, UNÎCEF bi fikar e

Ji ber vîrûsa Korona ya ku li Çînê derket li 13 welatan di asta netewî de biryara girtina dibistanan hate girtin. UNÎCEF bal kişand ku nêzî 300 milyon zarok ji dibistanê bûne, diyar kir ku ev hejmar heta niha nehatibû dîtin.

Midura Giştî ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) Aûdrey Azoûlay got: “Di serî de ji bo dewamkirina perwerdehiyê ya ji bo zarok ciwan û her kesê ku bandor dibin, hewl didin ewlekariyê pêk bînin.”

Azoûlay got: “Her çendî girtina dibistanan a ji ber kirzî û pirsgirêkên tenduristiyê jî hebe, asta sînordarkirina perwerdehiyê ya di asta gerdûnî de nehatiye dîtin, eger ev rewş dom bike mafê perwerdehiyê dikeve bin xeteriyê.”

Wezîrê Perwerdehiyê ya dewletên endamên UNÎCEF’ê jî ‘Ji bo domandina perwerdehiyê û dîsa bersiv û stratejiyên ji bo heqî derkeve holê’ bang kir ku 10’ê Adarê bi lezgîn kom bibin kir.

Li gorî UNÎCEF’ê ji 4’ê Adarê û pêve li 3 parzemînan 22 dibistan ji bo tedbîr tên girtin. Di asta netewî de li 13 welatan dibistan hatin girtin. Bi giştî dibistanê dayikê û seretayî jî di nav de 290,5 milyon xwendekar ji van tebîran bandor dibin. Di serî de li Çîn, Îran û Îtalya. Li 9 welatan di asta herêmî de dibistan girtine. Ev jî Fransa, Elmanya, Koreya Başûr û DYE ye