KCK'ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî

KCK'ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan bi bîr anî û bang li hêzên demokrasiyê kir ku li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin, armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin.

DAXUYANIYA KCK'Ê YA LI SER 6'Ê GULANÊ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan di salvegera 52'an a darvekirinê de bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Di salvegera 52'an a darvekirinê de em Denîz Gezmîş, Yûsûf Arslan û Huseyîn Înan ku ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ne bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin, soza serketin û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan careke din dubare dikin. Sîstema faşîst, qirker, mêtinger û komkujer bi tundî şermezar dikin.

Em bi xemgînî pê hesiyan ku ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Îlhamî Aras jiyana xwe ji dest daye. Hevrê Îlhamî Aras ji bo têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê kedeke mezin da, bi piştevaniya gelê Kurd ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar bû xwedî kedeke mezin. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin, li pêşberî sekn, têkoşîn û keda wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Dîrokê kesayetên ku ji bo azadiyê xwe feda kirin her tim mezin û ebedî kir, mexlûqên sefîhê yên pergala mêtinger di tarîtiya nebaşiya wan de veşart. Yên ku ji wan hebû ku bi darvekirinê dikarin hêviya şoreş û azadiyê tine bikin xwe xapandin, xet û hêviya azadiyê bi ser ket. Yên ku ji wan hebû ku bi kuştinê wê karibin şoreşgeran bikujin ew bi xwe mirin, şoreşger jî di dilê gelan û têkoşîna wan de timî hatin bîranîn. Mîna şoreşgeran hemûyan ji pêşengên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Denîz, Yûsûf, Huseyîn jî di dil û têkoşîna gelan de her tim hatin bîranîn.

Rêberên tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê ku di şexsê Denîzan de em wan bi bîr tînin, mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Ev mîrate jî stratejiya têkoşîna hevpar a gelan û utopya jiyana azad, sosyalîst û demokratîk e. Fêhmkirina van rêberan û dilsoziya bi wan re, bi esaswegirtina stratejiya wan a têkoşînê û utopyaya wan dibe. Tevgera me di nêzîkatiya xwe de ev yek ji xwe re kir esas, ji destpêkê heta niha ev nêzîkatî dewam kir. Dilsoziya Rêber Apo ya bi armanca jiyana azad, demokratîk û yekîtiya gelan û têkşoîna wî ya mezin a ku nîv sedsal e dewam dike, her wiha hewldanên wî yên bêhempa têne zanîn. Rêber Apo ku bi bandora ji rêberên mezin ên tevgera şoreşger a Tirkiyeyê Mahîr Çayan dest bi têkoşîna şoreşgeriyê kir, PKK afirand, Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk a ku xwe dispêre yekîtiya azad û demokratîk a gelan ji xwe re kir armanc, ji xwe re kir hedef ku têkoşîna sosyalîst demokratîk a Tirkiyeyê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bike yek. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser xeta sosyalîst demokratîk pêşketinên mezin afirand û veguherî têkoşîna Tirkiyeya demokratîk û azad, Rojhilata Navîn a demokratîk. Rêber Apo ku bi xurtî dilsozê kevneşopiya sosyalîst şoreşger e, bi projeya xwe ya sîstema konfederal demokratîk û paradîgmaya neteweya demokratîk rêya rast a rizgariyê nîşanî gelan, jinan, mirovahiyê da û çareseriya jiyana azad destnîşan kir.

Modernîteya kapîtalîst di nava krîz, kaoseke mezin û hilweşînê de ye. Sîstema hegemonîk a kapîtalîst bi şerê cîhanê yê sêyemîn re ku bi rêbazên xwe yên xweser dimeşîne, hewl dide ji nava vê rewşê xwe rizgar bike. Modernîteya kapîtalîst ber bi hilweşîn û jihevketinê ve diçe. Li aliyê din lêgerîna mirovahiyê ya li jiyaneke azad, komunal û demokratîk her roj bêhtir xurt dibe. Ev yek herî zêde li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi xurtî û şênber pêk tê. Stratejiya têkoşîna hevpar a gelê Kurd a bi gelên Tirkiyeyê re encamên girîng afirand. Sîstema faşîst mêtinger qirker di şexsê AKP-MHP'ê de derbên giran xwar. Ji bo me hêzên sosyalîst, demokratîk û azadîparêz wezîfeya bingehîn e ku vê stratejiyê kûr bikin, faşîzmê bi temamî hilweşînin û Tirkiyeyê demokratîk bikin. Dîrokê berpirsyariyeke bi vî rengî radestî me kiriye. Divê em bi vê berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin, piştevanî û yekîtiya gelan xurt bikin û rola xwe ya dîrokî bi cih bînin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku faşîzmê derbeke giran xwariye, tenê bi yekîtiya hêzên demokratîk û mezinkirina têkoşînê ya li ser vê bingehê faşîzm dikare bê têkbirin û bendewariyên azadî û demokrasiyê yên gelê Tirkiyeyê bêne pêkanîn. Divê hêzên demokrasiyê yekîtî û piştevaniyê xurt bikin û li ser vê bingehê têkoşînê mezin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta herî bi wate ya dilsoziya bi bîranîna Denîzan re bi vî rengî ye, li ser vê bingehê em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li dora têkoşîna hevpar, piştevanî û yekîtiyê hîn bêhtir bicivin, armanca Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk pêk bînin."