KCK'ê Cejna Noelê pîroz kir

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, Cejna Noelê ya civata Xiristiyan pîroz kir.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya Cejna Noelê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji roja dest bi têkoşînê kiriye û vir ve biratiya gel û baweriyan ji xwe re kiriye pîvan, di şexsê Kurdistaniyên Xiristiyan de em Cejna Noelê li civata Xiristiyanan pîroz dikin. Bi wesîleya vê rojê, em hêvîdar in ku li Rojhilata Navîn û gelek herêmên cîhanê dawî li şer bê anîn, mirovahî di nava aştî, aramî û tenduristiyê de bi rengekî azad û demokratîk bijîn.

Cejnên olî banga ji bo hezkirin, hurmet, aştî û biratiyê ye ku ev yek xala hevpar a olan hemûyan e. Nîşaneya hêvî û bendewariya gelan a ji bo jiyaneke mirovane û berhemdar e. Ji bo pêkhatina van hêvî û bendewariyan, li bîra oldaran dixe ku ji her kesî bêhtir berpirsyar in. Em hêvîdar in ku cejna îsal a Noelê van hest, nêrîn, bawerî û nirxan mezintir bike.

Mirovahiyê sala 2020'î di nava atmosfera tundî û şer de derbas kir ku neteweperest, lîder û hikumetên faşîst ên olê bi kar tînin, bûn sedema vî şerî. Pirsgirêkên nû yên ji ber şewba vîrûsa koronayê jî ji destpêka salê ve li van zor û zehmetiyan zêde bû. Cîhana me sala 2020'î ya mîladî di nava van zor û zehmetiyan de temam dike. Em li bendê ne ku Cejna Noelê ya îsal bibe wesîleya saleke nû ya mîladî ku ev zor û zehmetî hemû bi dawî bûne û saleke bi tenduristî û aramiyê derbas bibe. Baweriya me pê heye ku sala 2021'ê bibe saleke welê ku têkoşîna demokrasiyê ya ku lîder û hikumetên faşîst neteweperest hilweşîne, mohra xwe lê bide.

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, dilsoziya me ya bi kevneşopiyên pîroz ên gelên me, bersiva me ya li bendewarî û hêviyan Kurdistana xweser û Rojhilata Navîn a Demokratîk e ku gel û bawerî hemû bi yekîtî û biratiyê bi hev re bijîn. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya herî mezin li dijî wan hêzan e ku cewhera olan berevajî dikin, baweriya gelan ji bo mal û milkên xwe bi kar tînin û ji bo desthilatdariya xwe rastiyan berevajî dikin. Weke ku di dîroka têkoşînê ya olên Brahîmî de jî tê dîtin, baweriya me pê heye ku parêzvanên maf û rastiyê wê li dijî zaliman bi ser bikevin. Ji ber vê yekê em bi baweriyeke hîn mezintir dest bi saleke nû ya mîladî dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku sala 2021'ê wê bibe saleke welê ku têkoşîna azadiya jinê mezintir bibe, nirxên demokratîk di asta pîrozmendiyê de bên qebûlkirin, berxwedana gelan a bi hişmendiya ekolojîk wê xurtir bibe. Bi vî fikir û têgihiştinê, em Cejna Noelê di serî de li gelên xwe yên Ermenî, Asûrî, Suryanî, Keldanî, li tevahiya civata Xiristiyanan pîroz dikin, ji her kesî re saleke bi hezkirin, hurmet û aştiyê hêvî dikin."