Ji ber aktîveteyên mirovî du ji sêyên ajalên berî neman

Ji ber aktîveteyên mirovî di van 50 salan de ji ajalên berî yên li tevahiay cîhanê nêzî 70 ji 100'î qir bûn.

Li gorî rapora saziya hawîrdorparêz Weqfa Parastina Cîhanê (WWF) ji ber aktîveteyên mirovî dî vî nîv sedsalê dawî de hijmara ajalên berî pir kêm bû. Di qonax hazirkirina raporê de li tevahiya cîhanê ji 4 hezar celebên bi marîpişt li ser populasyona 21 hezarî lêkolînek hate kirin.

Li gorî WWF'yê di navbeyna 1970-2016'an de ji ajalên berî 68 ji 100'ê wan qir bû. Yek ji sedema vê ya herî girîng jî bi destê mirovan tinekirina qadên jiyana sirûştî ya ajalan hate nîşandan. Di raporê de her wiha hate gotin bi destdanî qadên sirûştî an jî ya bi mebesta çandiniyê qadên jiyanê yên ajalan hate sînordarkirin û ev jî bû sedema qirbûna wan.

Di raporê de xaleke dî jî ya balkêş ferqa rapora ku 2018'an hatî weşandin û ya  ji rapora 1970-2014'an bû. Di raporê de kêmbûna populasyonê ya di navbeyna 1970-2014'an de li nav ajalên berî 60 ji 100'î bû. Yanî di nav du salan de 8 ji 100'î zêde bûye.