BI DÎMEN

Baydemîr ji bo DEM’ê bang li gelê Bedlîsê kir

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li gelê Bedlîs û navçeyên wê kir ku li dora DEM Partiyê bibin yek û got: "Em careke din biçin ser sindoqan û dengê xwe bi xwe bidin bihîstin."

BANG LI GELÊ BEDLÎSÊ HATE KIRIN

Parlementerê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr bi vîdeoyekê bang li gelê Bedlîsê kir
û got “Divê em li dora Dem Partiyê bibin yek.”

Baydemîr di videoya xwe de wiha got: “Bi dil û can we hemûyan bi rêzdarî silav
dikim. Îro li ser Bedlîsê bangeke min a taybet heye. Bedlîs koka çand û hunera me
dihewîne. Bedlîs hêviya dîroka me ye. Banga min ji bo Hêzan, Norşîn, Adil Cawaz,
Xelat, Matkî û Tetwanê ye.

Weke em hemû jî dizanin, Tatwan taca behra Wanê ye. Tatwan gerdena Behra Wanê ye. Ez ji hemû gelê xwe hêvî dikim ku em ê Tetwan, Bedlîs, Norşîn, Adilcewaz û Hîzanê biparêzin. Em li koka xwe xwedî derkevin.

Ez di wê baweriyê de me ku keda we ya bi heybet wê di vê hilbijartinê de dê bê encam nemîne. Em careke din biçin ser sindoqan û careke din dengê xwe bidin bihîstin. Werin em dengê xwe bigihînin namzetên xwe. Werin em careke din dengê xwe bidin jin û zarokên xwe. Em ê bi hev re mohra xwe li ala nûnertî û xizmetê li Bedlîs û navçeyên wê bidin.

Em sindoqan biparêzin. Werin em bi hemû hêza xwe seferber bibin û deriyê rojên geş vekin. Dema hûn biçin ser sindoqan ez ji we daxwaz dikim ku Îhsan Ugur ê dîl hatiye girtin li ber çavan bigirin. Bila Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak û zarokên we yên di girtîgehê de bên bîra we. Bi vê boneyê ez silavan li Kurdan û gelê Kurdistanê bi taybetî Bedlîsê dikim. Ez berxwedan û têkoşîna we pîroz dikim.”