BI DÎMEN

Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman diyar kir ku sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye mînak û got ku ev yek bi saya berxwedana bi salan pêk hatiye.

Li gel Şoreşa Rojava yek ji taxên ku qêrîna azadiyê kirine û tekoşîna xwe dane destpêkirin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Bi taybetî jî taxa Şêxmeqsûd di sala 2011'an de çawa ku şoreşê dest pê kir Taxa Şêxmeqsûd her tim pêşengtî kir. Şêniyên Taxa Şêxmeqsûd di her warî de ked û tekoşîna xwe dane meşandin. Şêniyên taxê xwe li hemberî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di sala 2016'an de bi ruhê gelê şoreşger birêxistin kir, ji zarokan heya temenmezinan xwe li gorî atmosfera şer amade kirin û di çeperên şer de li kêleka şervan û zarokên xwe cihê xwe girtin. Ciwanan şer dikir, dayîkan xwarin amade dikir, bavan pêwîstiyên zarokên xwe yên di çeperan de pêk dianîn. Bi vî awayî li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destanên dîrokî hatin nivîsandin.

Ew berxwedana gel li ser şopa bi sedan jinên têkoşer ên weke Şehîd Gulê Selmo heya roja îrojîn jî berdewam dike ku ji gel re bûye hêz û bingeha parastina destkeftiyan û xwedîlêderketina mîrasa şehîdan.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman li ser têkoşîn û berxwedana gelên taxê yên ku li gel destpêka şoreşê dane meşandin ji ANF’ê re axivî.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser giringiya pêvajoya li Sûriyeyê û got: ''Pêvajoya ku niha Sûriye tê re derbas dibe, ji bo gelên ku bi salan e ji bo misogeriya azadiya xwe li ber xwe dide, pêvajoyeke girîng e. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî yek ji wan taxan in ku li hemberî hêzên tarî û hov berxwedaneke bêhempa dane meşandin. Ji berê ve ye mafên gelê Kurd tên çewisandin û her tim ferq û cudahî di navbera gelên Kurd û Ereb de hebû. Bi hezaran Kurd bê nasname mabûn. Sîstemeke hov û yekalî li ser gelê Kurd hebû. Berxwedana li Taxa Şêxmeqsûd a di sala 2016'an de, berxwedaniyeke dîrokî bû û li Sûriyeyê yekem car şerê gel ê şoreşgerî li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî wan hêzên tarî pêk hat. Li hemberî wan hêzên ku bi hemû hovîtiya xwe êrîşî taxan dikirin, jinan, ciwanan û kesên temenmezin berê xwe dan çeperên şer da ku parastina tax û rûmeta xwe bikin.’

Hêvîn Silêman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana bi salan îro encamek bi dest xistiye û ev yek anîn ziman: ''Di encama têkoşîn û berxwedana bi salan de, îro encamek derketiye pêş ku hevpeymana di navbera QSD û Hikumeta Şamê de hatiye îmzekirin gaveke girîng û dîrokî ye ku li ser bendên girîng lihevkirin pêk hatiye ku ev şerê navxweyî were sekinandin.’’

Hêvîn Silêman piştre bal kişand ser hevpeymana ku di navbera Hevserokên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin û wiha pêde çû: ‘’Di 1'ê Nîsanê de hevpeymaneke ku ji 14 xalan pêk tê, di navbera Hevserokên Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Şamê de hate îmzekirin. Di nava hevpeymanê de li ser xalên parastin û ewlehiya gelê taxê bi awayekî berfirehî û xal bi xal nîqaş hatin kirin. Her wiha ji bo pirsgirêkên civakî yên weke kesên winda, girtî jî nîqaş hatin kirin û li ser berdana esîr, winda û kesên girtî jî lihevkirinek çêbû. Cara yekem nêzî 243 kesên ji herdu aliyan hatin berdan û derbarê wê yekê de xebat hîn jî tê meşandin. Gava duyem jî ew bû ku hêzên leşkerî ên weke YPG û YPJ’ê berê xwe dan herêmên bakurê Sûriyeyê. Her wiha yek ji xala sereke jî ew bû ku çawa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke taxên ji Helebê tên dîtin, wê li ser wê esasê jî peywendiyek were avakirin da ku xebat û alikariyên ji bo taxên bajarê Helebê ên din tên kirin, ji bo Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî werin kirin. Li gorî wê wê li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komîte werin avakirin da ku cihê xwe di nava Rêveberî û Şeredariya Bajarê Helebê de bigirin''

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku yek ji xala sereke ya vê hevpeymanê vegera ji bo Efrînê ya ewle ye got: ‘’Yek ji xala sereke ya hevpeymanê ya siyasî û stratejîk vegera ji bo Efrînê ye. Li ser wê esasê bi şandeya Hikûmeta Şamê re li ser vê mijarê bi awayên berfireh nîqaş hatin kirin da ku bi awayekî lez zemînek ji bo vê yekê were avakirin.’’

Hêvîn Silêman di dawiya axaftina xwe de dubare bal kişand ser berxweniya şêniyên her du taxan û wiha got: ''Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çawa ku beriya niha bûbûn mînakên yekem ên şerê gel ê şoreşgerî, îro careke din dibin mînakên çareseriya Sûriyeyê. Li Sûriyeyê hêz û xurtbûna gel îro encam bi dest xist. Sîstema li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navîn mînak in. Ev destkeftî di encama berxwedana gel û bi hezaran şehîdan de hatine bidestxistin.’’