Havînê semawer, zivistanê jî sobe

Mevlan Tekçe ku 22 sal in li Colemêrgê sobeyan çêdike, ji ber ku sobe têrê nake, ji bo havînê jî semawer û manqelan jî çêdike.

Mevlan Tekçe ku 22 sal in li Colemêrgê karê çêkirina sobeyan dike, li gel krîza aboriyê, guhertina rewşa jiyanê jî hewl dide pîşeyê xwe dewam bike.

Li Colemêrgê berê bi dehan sobekar hebûn, lê êdî tenê çend heb mane. Yek ji wan jî Mevlan Tekçe ye ku 22 sal in li Colemêrgê sobeyan çêdike. Tekçe anî ziman ku berê bi 5 kesan dixebitîn, lê niha rewş guherî ye û got, "Li gel her tiştî jî em hewl didin li ser piyan bimînin. Niha ji bo em karibin debara xwe ya rojane bikin, em dixebitin."

Tekçe diyar kir ku ew sobe, semawer û alavên manqelê çêdike û got, "Em havînê bi taybetî semawer û alavên manqelê çêdikin. Mirovên vê herêmê gelekî hez ji çayê dikin. Lewma em havînê timî semaweran çêdikin. Her wiha alavên manqelê jî timî çêdikin. Alavên em çêdikin li malan û cihên pîknîkê gelekî têne bikaranîn. Niha jî me dest bi amadekariyên zivistanê kirine. Ji bo zivistanê jî me dest bi çêkirina sobeyên cihêreng kirine. Her wiha em tamîr jî dikin."

Tekçe diyar kir ku ew vî karî ji dil dike û wiha dewam kir, "Ji xwe eger ji vî karî hez nekim ez nakim. Madeya esasî ya karê me sêl e. Em sêlê bi keda destan û bi alîkariya makîneyan sererast dikin, dineqişînin. Bêguman ji bo vî karî xweş bike, em bi salan li gel hostayan xebitîn. Em hewl didin vî pîşeyê ku ji ber destê hostayên xwe hîn bûn, dewam bikin. Buhayê semaweran ji 180 lîreyî destpê dike. Buhayê sobeyên ku em ji bo zivistanê amade dikin jî tam nediyar e. Buhayê niha 600 lîre ye, lê belê ev buha wê zêdetir bibe."