BI DÎMEN

FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîga jor bûn

Tîmên futbolê yên Kurdan ên li Elmanyayê FC Roj Spor û Mezopotamya Spor derbasî lîgeke hîn bilind bûn.

SERKETINA TÎMÊN KURDAN

Tîma FC Roj Spor ku li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê di Bezîrkslîga de têdikoşe, hevrikê xwe Alstedde Spor bi encama 4-0 têk bir û hîn beriya lîg biqede misoger kir ku derbasî Landeslîga bibe.

Tîmeke din a Kurd Mezopotamya Spor jî ku li bajarê Essenê di Kreîslîga B de têdikoşe, hevrikê xwe bi encama 10-2 têk bir û derbasî Kreîslîga A bû.

FC Roj Spor beriya ku lîg biqede ji bo şampiyoniya xwe misoger bike, li qada xwe mêvandarî ji Alstedde Spor re kir. Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç û bi sedan Kurdistaniyan li maçê temaşe kirin. FC Roj Sporê şampiyoniya xwe ya li Bezîrkslîgayê misoger kir û derbasî Landeslîga bû ku sezona bê wê di navbera eyaletan de têbikoşe.

FC Roj Spor şampiyoniya xwe bi alîgirên xwe re pîroz kir. Alîgirên tîmê daket qadê û bi lîstikvanan re govend gerandin.

Tîma Mezopotamya Spor a ku li Kreîslîga B a li bajarê Essen ê Elmanyayê lîder bû, bi encama 10-2 hevrikê xwe têk bir û beriya lîg biqede şampiyoniya xwe ragihand û derbasî lîgek jor bû.