Di çemê Dîcle de bi hezaran masî mirin

Bi girtina çaviyên Bendava Dicleyê re li Çemê Dicle bi hezaran masî mirin.

Bi girtina çaviyên Bendava Dicle ya ku li Amedê bi hezaran cûreyên masiyan dijîn, li çemê ku av li ser qût bû re bi hezaran masî û nebatên di nava avê de mirin.

Masiyên mirî, bi taybet li peravên Pira Deh Çav a dîrokî hatin ferqkirin.

Esnaf û welatiyên li ber peravê digeriyan, daxwaza çareseriya pirsgirêkê kirin.