Destar di meha Xizir de xweştir dihêre

Destarê ku bi hezaran sal in ji bo hêrandina genim û garis tê bikaranîn, li Dersimê di meha Xizir de xweştir dihêre.

Kurdistan ew cografya ye ku beriya deh hezar salî ji civaka nêçirvaniyê derbasî civaka niştecihiyê bûye û çandiniyê lê dest pê kiriye.

Pêwendiya Kurdistanê ya bi tov û çandiniyê re bandor li mîtolojiya wê, vegotina devkî ya dîrokê, çîrok, stran û hunera wê kiriye.

Destar jî navê amûrek ji du keviran e, ku Kurdistaniyan wê ji bo hêrandina tov bi kar tînin. Kurdan bi hezaran salan genim, garis bi Destar hêrandin. Li gel teknolojiyê jî ev çand hîn jî dewam dike.

Her civak xwedî rengekî cuda yê jiyanê ye. Şert û mercên jiyanê bandorê li mirovan dike. Mirov di nava şert û mercên jiyanê de li çand û dîroka xwe vedigerin. Destar ku berhemeke jinê ye, yek ji kevintirîn mîrateyên çandî ye.

BI XIZIR RE JI NÛ VE DIHÊRE

Li Dersimê, bi destpêkirina meha Xizir re Destarên li malê ji nû ve dest bi hêrandinê kirin.

Xizir ji bo Elewiyan rîtuela herî pîroz e. Xizir mizgîniya xêr û bereket, aştî, hezkirin û biharê dide. Bi hatina Xizir re her her eşîr hefteyên cuda rojiyê digire û xwarina bi navê Qavût çêdike. Li dora xwarina Qavût çira tên vêxistin û li odeyeke malê tê danîn. Bawerî ew e ku Xizir wê serdana wê malê bike û pariyek ji Qavût bixwe. Xwarina Xizir a pariyek ji wî Qavûtê nîşaneya bereketê ye.

Kevneşopiya Qavût niha ji aliyê kêm mirovan ve tê dewamkirin. Li herêmê weke yek ji mîrateya xwarinê ya herêmê ye ku li ber jibîrkirinê ye.

GIRÎNGIYA PARASTINA ÇANDÊ

Li Dersimê, çanda Destar jî di meha Xizir de tenê ji aliyê çend malbatan ve tê dewamkirin. Gundî hişyariyê didin ku Destar bi demê re dikare bê jibîrkirin û naxwazin ev kevneşopî tune bibe.

Gundî diyar dikin ku bi tunebûna çandê re êdî Xizir jî nayê û dibêjin, "Em cewhera xwe, baweriya xwe ji dest didin. Me nekarî xwedî li Xizir derkevin, ku pêşiyên me ji me re qalê dikirin. Em hêvîdarin ku nifşê nû vê kevneşopiyê dewam bike."