‘Bi xurekên pê zêde hatiye lîstin rîska penceşêrê zêde dibe’

Lêkolîner dibêjin ku bi dexilên taştêyê, pîzzayê qerisandî, xwarinên hazir û vexurekên bi gaz ku zêde pê hatiye lîstin, bi taybetî penceşêra bizrê zarokan ya jî pênceşêra mêjî û îhtimala penceşêrbûnê ya mirov zêde dibe.

Li gor lêkolîneke nû ya li Îngilistanê ya li ser nêzîkê 200 hezar kesan ku zêdeyê nîvî jin in hatiye kirin, bi xwarina xurekên pê zêde hatiye lîstin, rîska penceşêrê, bi taybetî rîska penceşêra bizirê zarokan û rîska mirinê zêde dibe.

Bi gelek xurekan, penîr, mehîta fistiqan a bixwê û sosê miqarneyan û wd. kêm –zêde tê lîstin, lê di nava dexilên zêde pê hatiye lîstin de, tişt zêde ne; tehma çêkirî, reng, bitehmker û tişta emirê xwarinê pê dirêj dibe, hene. Ji bo veguherandina tehm, teşe û tevînekên wan, bi wan tê lîstin.

Lêkolînerên Împerîal College a Dibistana Tenduristiya Gel a Londonê, nirxandina parêza nêzîkê 200 hezar kesên gihîştî kir û keşf kir ku bi xwarina zêde ya xurekên zêde bi wan hatiye lîstin, bi taybetî rîska penceşêra bizirê zarokan û penceşêra mêjî û penceşêr bi giştî ku mirov bibe, zêde dibe.

Li gor xebateke di kovara eClînîcalMedîcîne ya Lancet de hatiye weşandin, ji 197 hezar û 426 kesan nêzîkê 15 hezar û 921 kes bi penceşêrê ketine û 4 hezar û 9 kes ji ber penceşêrê jiyana xwe  ji dest daye.

Nivîskarê xebatê Kîara Chang da xuyakirin ku xurekên zêde bi wan hatiye lîstin li her derê ye û ji bo teşwîqkirina xwarinê bi buhayê erzan û ambalajan tên pêçan û bazarkirin û wiha got: “Ji bo parastina mirov ji dexilên heyî, divê reform bi lez û bez bê kirin.“

Pispor pêşniyaz dikin ku mirov dexilên nekêm, sebze û mêwe û baqilan bixwe.