Amerîka, Îsraîl, Tirkiye di helwestê de cuda û di armancan de hevbeş in

Dikarin di demeke kurt de bi dehan kom û tevgerên çekdar derbasî nav Îranê bikin û tevliheviyê derxin. Armanca sereke ya Erdogan û dewleta Tirk û Amerîka û Îsraîlê jî ev yek e, ango xwedî stratejiyeke hev beş in, lê bi rê û rêbazên cuda.

Îsraîlê çend roj berî niha bi êrişeke mûşekî avahiyeke konsolxaneya dewleta Îranê li paytexta Sûriyeyê kire armanc û heft endamên payebilind ên artêşa Pasdaran û bi giştî 14 kes hatin kuştin. Piştî vê êrişê hin welatên wekî Amerîkayê xwe ji vê êrişî bêrî kirin ku tu agahiyeke wan a pêşwext li ser êrişa Îsraîlê tune bûye û daxwaz ji dewleta Îranê kirin ku vê yekê ji bo aloziyên zêdetir bi kar neyne û şer li Rojhilata Navîn  gur neke. Hin welat û saziyên navneteweyî jî ev êriş şermezar kir û hin welatan ev êriş wek êrişeke metirsîdar bi nav kir û hin welatan jî wekî dewleta Tirk bêdengî hilbijart û bi bêdengiyê êriş erê kirin.

Amerîka û serokê Amerîkayê gelek caran ragihandine ku ew û Îsraîl ne xwedî yek stratejiyê ne. Ev gotin propagandayên çapemeniyê ne û tenê ji bo xapandina raya giştî tên gotin. Lê belê esasen Îsraîl plan û bernameyên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û cîhanê pêk tîne. Dibe ku ji hêla rêbazê ve hin cudahiyên wan hebin, lê di encamê de yek armanca wan a hevbeş heye.

Ji aliyê din ve dewleta Îranê piştî rojek bêdengiyê, gefa tolhildanê li Îsraîlê xwar û ragihand ku “Cih û dema bersivdana me ne diyar e, lê bersiva me dê ji bo Îsraîlê hebe.” Îsraîlê jî ragihand ku ew ji bo bersivdana Îranê amade ne.

Her çend gelek kes û alî û dewlet û saziyên navnetweyî wê yekê dibêjin ku dewleta Îranê wê bersiva vê êrişê bide, lê belê şexsen ez ne di wê baweriyê de me ku Îran li hember wê êrişa li Dîmeşqê ku heft endamên artêşa wê tê de hatibûn kuştin, bersivekê bide. Çinku ji gotinên berpirsên payebilind ên Îranê û hem ji gotinên wan hêzên ku li aliyê Îranê ne, ew hêz û bawerî nayê dîtin ku bikarin bersiva Îsraîlê bidin.

Hesen Nesrulah, Emîndarê Giştî yê Hîzbulaha Lubnanê, di axaftineke agirîn de ragihand ku Îran ê bersiva Îsraîlê bide û Rêberê Îranê û berpirsên payebilind ên Îranê dê biryar bidin ku kengî û li ku bersivê bidin.

Endamê Lijneya Asayişa Neteweyî ya Iraqê Qasim E’recî ragihand ku ew ê nehêlin ku welat û hêzên din li ser axa Iraqê meseleyên xwe çareser bikin. Ev peyama Qasim E’recî ji bo wan hêzan peyameke rasterast bû ku li Iraqê li aliyê dewleta Îranê ne.

Hin berpirsên payebilind ên dewleta Îranê jî dan xuyakirin ku divê dewleta Îranê bi hestyarî li vê mijarê nenêre û bi lez û hestyarane biryarê nede. Ji ber ku welatên Îsraîl, Amerîka û gelek welatên din, dewleta Tirk jî tê de, dixwazin dewleta Îranê bersivê bide da ku vê yekê bikin hincet ji bo êrişên li ser saziyên Îranê yên atomî û leşkerî û bi vê yekê Îranê bixin nav kemînê.

Armanca Îsraîlê ji lêdana wê avahiyê û kuştina endamên artêşa Pasdaran û serkirdeyên Hemasê û hin hêzên wekîl ên dewleta Îranê li Sûriyeyê ji bo wê yekê bû ku dewleta Îranê bixe nav rewşeke wisa ku nekare bersiva êrişan bide.

Îsraîlê gava ku ev êriş pêk anî, di wê baweriyê de bû ku Îranê nikare bersivê bide, ne ji ber ku çek û cebilxaneya wê ya pêwîst tune ye yan mûşekên Îranê nikarin bigihîjin Îsraîlê. Nexêr, ebeden mesele ne ev e. Mesele ji vê yekê mezintir e. Eger dewleta Îranê di nav Îsraîlê de bersiva êrişên Îsraîlê bide, wê demê ev yek ji bo Îsraîl û hevpeymanên wê Amerîka, Tirkiye û Brîtanyayê dibe hinceteke rasterast. Çinku bersiveke bi vî rengî wekî ragihandina şer e li hember Îsraîlê. Nexasim eger di bersiva Îranê de xelkê sivîl bibe qurbanî, wê demê bertek wê di asteke bilind de bin û dibe ku Îsraîl û hevpeymanên wê êrişî ser navendên Îranê yên atomî û leşkerî bikin. Eger Îran bêdeng bimîne, wê demê li ser asta navneteweyî û herêmî û bi taybetî li hember wan hêzan ku li aliyê dewleta Îranê ne, dihetike û rewabûna xwe ji dest dide. Eger dewleta Îranê bixwaze bi yek ji wan hêzan bersivê bide ku ser bi Îranê ne, wê demê şer li Sûriye, Lubnan, Iraq û Yemenê ji her demê zêdetir dibe û Îsraîl jî li şûna xwe nasekine û bersiva wan hêzan dide.

Hîzbulaha Lubnanê mafê bersivdana rasterast xiste ser Îranê û ragihand ku Îran dê bêdeng nemîne, ew ê bersivê bide. Ev gotinên Nesrulah nîşaneya wê yekê ne ku ew wek Hîzbulah nikarin bersiva Îsraîlê bidin. Bi gotineke din erka serekî ya Îranê bi xwe ye ku bersiva êrişa Îsraîlê bide.

Husiyên Yemenê jî bi heman awayî. Husî tenê ew ji destê wan tê ku li Deryaya Sor êrişî keştiyên Amerîkî û Îsraîlî bikin û naxwazin xwe ji vê zêdetir bikin armancên êrişên Amerîka û Brîtanyayê.

Yên ku dimînin, Eniya Miqawimeya Îslamî ya Iraqê, Heşdî Şe’bî, Ketayibên Hîzbulahê û Ketayibên Seyid-ul Şuheda yên Sûriyeyê ne. Pirs ew e ku gelo ev hêz dikarin bersiva Îsraîlê bidin û tola dewleta Îranê ji Îsraîlê hildin?

Her çend bi rêya Berpirsê Asayişa Neteweyî ya Iraqê Qasim E’recî daxwaz hate kirin ku çênabe ku hin hêz ji bo çareserkirina meseleyên xwe axa Iraqê bi kar bînin, eger ew hêzên li Iraqê yên li aliyê dewleta Îranê bixwazin li şûna dewleta Îranê tolê ji Îsraîlê hildin, wê demê Îsraîl di nav Iraqê de darbeyê li wan dide û Amerîka jî ku bi xwe li wir e, dikare li ser daxwaza Îsraîlê êrişî wan hêzan bike.

Dewleta Îranê bi giştî di nav duriyanekê de maye û di her du rewşan de jî qezenceke Îranê tê de nabe, bi  taybetî eger armanca wê bersivdan be. Wê demê şer dikişe nav welatê wê bi xwe û ev yek jî tê wê wateyê ku Îran jî dibe Sûriye û Iraq. Lewma ji ber vê yekê hin berpirsên payebilind, hetta hin nûnerên Xanimeyî gumanên xwe yên di vê meseleyê de veneşartin û bi eşkere dibêjin ku divê bi hestyarî li vê meseleyê nenêrin û bi awayekî aqilane û mantiqane tev bigerin. Ev yek jî nîşaneya wê yekê ye ku rayedarên Îranê di meseleya tolhildanê de dudil in û hîna biryara xwe ya dawî nedane.

Dewleta ku di vê meseleyê de bêdengî hilbijartiye, dewleta Tirk û serokkomarê wê Receb Tayib Erdogan e. Erdogan û hikûmeta wî gelek caran ji bo ku bikarin dijayetiya gelê Kurd û tevgera azadîxwaziyê ya gelê Kurdistanê bikin, dewleta Îranê û rejîma wê wek dost û hevpyemana xwe bi nav dikin. Lê belê di van demên dawî de êdî ev yek ji bo her aliyî û bi taybetî ji bo dewleta Îranê jî xuya bûye ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê li pişt komên çete yên DAIŞ’ê ne û wek maşeyekê bi kar tînin.

Îsraîl û dewleta Tirk li Rojhilata Navîn hevpeyman û hevkar in, hetta di êrişên Îsraîlê de yên li ser Xezeyê dewleta Tirk bi milyonan dolaran çek û cebilxane firotine Îsraîlê. Lewma jî çi baş çi xerab ne Erdogan ne dewleta Tirk li hember wê êrişa li ser konsolxaneya Îranê tiştek negotin û bêdengiya wan jî erêkirina êrişê ye. Hetta dibe ku dewleta Tirk ew zanyarî û îstixbarat dabin Îsraîlê ku li wê avahiyê endamên artêşa Pasdaran û Hemas di civînê de ne.

Yek ji wan welatan ku dixwaze dewleta Îranê bersivê bide, dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk a dagirker wek piyoneke nav destên modernîteya kapîtalîst bûye zemînek ji bo meşandina plan û projeyên sîstema kapîtalîst. Dewleta Tirk dewleteke wisa ye ku xwe li ser bingeha milkiyeta taybet  û nokeriyê ava kiriye. Divê ev yek baş bê famkirin.

Erdogan dixwaze bi rêya teşwîqkirina neteweperestî û dînperestî û mezhebperestiyê gelan berde hev, bi taybetî dixwaze dewleta Îranê ji her hêlê ve bê dorpêçkirin û bêhn lê bê çikandin. Rejîma Îranê ji hêlekê ve ji aliyê Azerbaycan, Tirkmenistan, Pakistan û Erebistanê ve û ji hêla din ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi xwe ve bi temamî hatiye dorpêçkirin. Lewma dikarin di demeke kurt de bi dehan kom û tevgerên çekdar derbasî nav Îranê bikin û tevliheviyê derxin. Armanca sereke ya Erdogan û dewleta Tirk û Amerîka û Îsraîlê jî ev yek e, ango xwedî stratejiyeke hev beş in, lê bi rê û rêbazên cuda.