GOTAR

Erdogan, av û PKK

Hatina Erdogan a Bexda û Hewlêrê ne bi kêrî têkçûn û ketina lîreyê Tirkî tê û ne dikare dengê guleyên tifinga azadiyê bêdeng bike.

HATINA ERDOGAN A BEXDA Û HEWLÊRÊ

Her kesê ku ji hêla formê ve li hatina Erdogan a ji bo Bexdayê binêre û hejmara zêde ya peymanan bibîne, 26 peyman, dê bibêje ku bi rastî Receb Tayib Erdogan serokekî jîr e. Erdogan hê nû ji têkçûna hilbijartinê derketiye, lê tê Bexdadê û wan hemû peymanan dike. Li Hewlêrê jî Keleha Hewlêrê bi alaya Tirkiyeyê tê alandin, lê di heqîqetê de rastî tiştekî din e. Tevî ku di warê avê de gelek karê Bexdadê bi hevkariya Tirkyeyê heye, lê belê xwe neda ber ku PKK’ê li hember avê dayne. Ev yek mezintirîn têkçûna Tirkiyeyê ye di van hewlên xwe de. Ji mêj ve ye Tirkiyeyê serweriya Iraqê binpê kiriye û 22 baregehên wê yên leşkerî li Iraqê, li ser sînorên Hewlêr û Dihokê hene, lê dixwaze avê li hember PKK’ê dayne. Hemû armanca hatina Erdogan ev yek bû. Erdogan tenê bi stûxwarkirina Bexdadê serkeftî nabe, jixwe gelek zehmet e ku Bexdad bi temamî stûyê xwe xwar bike. Di vê babetê de Amerîka û Îran jî heye. Amerîka û Îran li Iraqê bi giştî du faktorên girîng in û her du xwedî bername û projeyên xwe ne. Dibe ku di gelek tiştan de dij û neyar bin, lê hin tişt hene ku berjewendiyên wan bi hev ve girê didin. Ne Amerîka wî zimanê Erdogan ê qebe û kirêt û nedîplomatîk ê li hember PYD, PKK û Kurdan li Rojava qebûl dike û ne jî Îran dihêle ku Bexdad ter û hişk bixe ser sifreya Tirkiyeyê. Hezar rê hene ji bo rawestandina Tirkiyeyê.

Her çend  peyman hatibin mezinkirin û çapemeniyê gelek girîngî dabe wan, hin ji wan karê navbera balyozên du welatan in, lê li Hewlêrê tevî îmzenekirina tu peymanekê, Erdogan wek kesekî biheybet hat nîşandan. Hebûna ew hemû alayên Tikiyeyê, sorkirina Keleha Hewlêrê bi alaya Tirkiyeyê, wekî tê gotin ne karekî protokolî bû. Karê protokolî zêdetir di navbera du welatan de dibe û ew qas nayê mezinkirin. Dewletek ku dehan baregehên wê yên leşkerî li welatekî hebe û roja ronak bi dronan li bajaran bide, firînê li ser bajarên welatekî qedexe bike û gefê li paytexta çandî ya herêmekê bixwe, lê tu jê re ferşa sor raxî û kelehê jê re bikî, mijar mijara serweriyê ye. Ev yek ji bo Bexdad û Hewlêrê ye jî. Her çend serwerî bi temamî hatibe şikandin, desthilatdarên Hewlêrê xwestin wê hatinê wek gaveke mezin nîşan bidin. Lê belê Erdogan û Tirkiye hîna bi hev re behsa Hewlêr û Bexdadê dikin û hîna wek Herêma Kurdistanê bi nav nakin, dibêjin rêveberiya bakurê Iraqê. Tiştê ecêb ew e, li Bexdad û Hewlêrê Erdogan daxwaza hevkariyê dike ji bo şerê PKK’ê. Tevî vê daxwazê daxwaza wê yekê jî dike ku zêdetir girîngiyê bidin Tirkmenan.

Ez wisa nafikirim ku Erdogan di vê hatina xwe de li ser şerê PKK’ê tiştekî girîng bi dest xistibe. Ji ber ku Hikûmeta Iraqê eger vê yekê bixwaze û artêşê bişîne ser çiyayên Kurdistanê jî, divê rizamendiya Îran û Amerîkayê jî wergire û PKK ne ew qas pariyekî biçûk e. Di nav Şîeyan de jî pir zehmet e ku hemû li hev bikin ku ev kar bê kirin. Ji ber ku PKK di şerê DAÎŞ’ê de hevkariyeke baş ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kiribû. Pirsgirêka mezin ew e ku heta niha amadekariyeke wisa li Amerîka û Ewropayê tune ye ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.

Têkçûna Erdogan a di vê hatinê de siberojê zêdetir zelal dike. Eger aliyek guh bide daxwazên wî û bi ya dilê wî bike, ew alî dê rastî têkçûnê were û kes naxwaze rastî têkçûnê were. Bi baweriya min pêşmerge û hêza PDK’ê ya çekdarî jî naxwaze şerê PKK’ê bikin. Her wiha serkirdayetiya PDK’ê jî naxwaze bûyerên berê yên nexweş û xwînî dubare bibin, lê nikare bi awayekî zelal vê yekê ji Tirkiyeyê re bibêje. Ev yek jî ji ber wan şaşiyan e ku PDK’ê bi navê peymanê bi Tirkiyeyê re kiriye.

Di hemû rewşan de hatina Erdogan a Bexdad û Hewlêrê ne bi kêrî têkçûn û ketina lîreyê Tirkî tê û ne dikare dengê guleyên tifinga azadiyê bêdeng bike.