ANALÎZ

Barzanî û dewleta Tirk desthilata xwe li ser şer ava kirine

Barzanî û PDK dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê wek hevpeymanên xwe dibînin. Mirin, têkçûn û lawaziya Erdogan-Bahçelî wekî mirin û lawaziya xwe dibînin.

HEVPEYMANIYA PDK Û DEWLETA TIRK

Rejîm û desthilatên dîktator û faşîst ji bo domandina desthilatdariya xwe stara xwe dibin ber derxistina şer û aloziyan û afirandina qeyranan. Ji ber ku rejîmeke dîktator tu carî baweriya wê bi diyalog, çareseriya demokratîk, mafên mirovan û îradeya civakê tune ye. Rejîmên faşîst û dîktator di nav civakeke hevçerx û demokratîk de çênabin, di nav wan civakan de çêdibin ku dogmayên dînî, mezhebî û neteweyî hene. Ev civak civakên hestyar in û zêdetir li gorî hestan tev digerin, bi gotin û dirûşmeyên birqonek biryaran didin.

Barzanî di atmosfereke wiha de gihîştibû desthilatê. Xelk jî bi awayekî hestyar li dû wî ketibû û hemû hêvî û çarenûsa xwe bi wî ve girê dabûn. Eger na, Barzanî ne xwedî fikir û rameneke hevçerx û neteweyî û demokratîk e û ne jî li ser bingeha fikir û felsefeyeke zanistî hatiye hilbijartin. Barzanî bi awayekî irsî gihîştiye desthilatê, ne bi pêvajoyeke hilbijartinê yan ji ber hêz û şiyanên xwe. Li ba desthilatdarekî wekî Barzanî yan li ba dewleta Tirk a dagirker nirxekî hilbijartinê tune ye. Çinku baweriya her duyan bi guhartina desthilatê tune ye. Kesek ku baweriya xwe bi guhartina desthilatê tune be, wê demê jê re wateya hilbijartinê jî nabe.

Barzanî û PDK her dema ku desthilata wan ketiye metirsiyê, biryarên gelek metirsîdar didin. Barzanî gava ku ji hêla dewleta Iraqê ve hate tengavkirin, di 1975’an de aşbetalî ragihand. Di 2015’an de gava ku kursiyê Barzanî bû rojeva aliyên siyasî yên li başûrê Kurdistanê, Barzanî rê li ber Serokê Parlemana Kurdistanê Yûsif Mihemed girt û nehişt ku biçe parlemanê. Di sala 1996’an de li hember YNK’ê têk çû, bi lez xwe li rejîma Sedam girt û bi vî awayî karesata 31’ê Tebaxê û malwêranî ji Kurdan re anî.

Barzanî û dewleta Tirk û Erdogan-Bahçelî wekî hev li desthilatê dinêrin û di bingehê de wekî hev difikirin. Ji ber ku Barzanî û Erdogan desthilata xwe li ser şer ava kirine, niha jî ku Dadgeha Iraqê ya Bilind ji ber wan binpêkirinên hiqûqî yên Barzanî û PDK’ê rê li ber hin zêdegaviyên wan girtiye, dixwazin hilbijartinên Herêma Kurdistanê paş bixin. Ji du salan zêdetir e wexta hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayekî nehiqûqî paş xistine. Niha jî Barzanî û PDK baş dizanin ku eger di bin çavdêriya Komîsyona Hilbijartinan a Bilind de biçin nav pêvajoya hilbijartinê, bê nîqaş ew ê têk biçin. Barzanî ditirse ku wekî rewşa Erdogan a îro ku piştî bîst sal zordarî û siyaseta şer di hilbijartinên xwecihî de têk çû, ew jî têk biçin.

PDK ji ber tirsa ku encamên hilbijartinê dê bi dilê wê nebin, lîsteya xwe pêşkêşî Komîsyona Hilbijartinan nekir. Lê divê raya giştî ya Kurdistanê bizane ku planeke din a Barzanî û PDK’ê heye, lewma jî hewl didin hilbijartinan ji bo payîza 2024’an taloq bikin.

Lê belê di vir de pirs ew e, Barzanî û PDK çi difikirin û heta payîzê çi diguhere ku wan hemû hêviyên xwe bi wê ve girê dane? Tiştê ku diyar e, Barzanî û PDK û dewleta Tirk a dagirker niha mijûlî çêkirina plana şer in li dijî PKK’ê. Barzanî û PDK xeyala wê yekê dikin ku bi hevkariya dewleta Tirk ew ê darbeyeke giran li PKK’ê bixin û ew ê PKK li ser destên wan ber bi tesfiyebûn û jinavçûnê biçe, wê demê dikarin li Herêma Kurdistanê jî plan û proje û ajandayên xwe bi ser aliyên din ên siyasî de ferz bikin. Ji aliyê din ve Barzanî pişta xwe bi hin sozên nivîskî yên wan hêzên navneteweyî girê daye da ku bikare mîrnişîniyeke biçûk ji bo xwe damezrîne û bibe serokê wê mîrnişîniyê.

Barzanî û PDK di wê baweriyê de ne ku eger dewleta Tirk a dagirker li Tirkiye û bakurê Kurdistanê desthilateke mitleq çêke û her tim di hilbijartinan de bi ser bikeve, wê demê ew jî dikarin bibin desthilat û hêzeke mitleq. Barzanî û PDK dewleta Tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê wek hevpeymanên xwe dibînin. Mirin, têkçûn û lawaziya Erdogan-Bahçelî wekî mirin û lawaziya xwe dibînin.

Baweriya Erdogan û partiya wî AKP li Tirkiye û bakurê Kurdistanê  ne bi hilbijartinê û ne bi demokrasî û mafên mirovan heye. Barzanî û PDK bi vê nêzîkbûn û helwesta xwe ne tenê rewabûna saziyên hikûmetê, her wiha statûya Herêma Kurdistanê jî roj bi roj dixin meseleya nîqaşê, navê Kurdan diherimînin. Di vê rewşa niha de hemû ew aliyên siyasî yên di nav hikûmetê de ne, bi pileya yekem berpirsyar in. Divê ew ji vê yekê zêdetir rê nedin Barzanî û PDK’ê ku beşdarî planên dewleta Tirk a dagirker û Îsraîl û NATO û Amerîkayê bibin û bi çarenûsa gelê Kurd bilîzin.

Eger ev alî nikarin vê yekê bikin, bila bi lez hewla bicihanîna daxwaza Murad Karayilan a ji bo lidarxistina kongreya neteweyî û avakirina stratejiyeke neteweyî bidin. Divê cudahiya xwe ya ji PDK’ê bi vê erka dîrokî bi cih bînin. Eger na, nikarin di siberojê de bersiva dîrokê bidin.