Xelatên Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn hatin belavkirin
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate lidarxistin bi merasîma xelatdayinê bi dawî bû.
Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 1'emîn ku li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê hate lidarxistin bi merasîma xelatdayinê bi dawî bû.
Di roja dawî ya festîvalê de fîlmê 'Cîran' ê Mano Khelîl hêjayî Xelata Fîlm a Yilmaz Guney, dokûmantera 'Eren' a Marîa Bînler jî hêjayî Xelata Mafên Mirovan hate dîtin. Fîlmê 'Gava Şitil Mezin Dibin' ê Rêger Azad Kaya jî hêjayî Xelata Sînema ya Berxwedêr a Xelîl Dag hate dîtin.
Dokûmantera 'Hêza' ya bi derhêneriya Derya Denîz 'Xelata Jîna Emînî' wergirt.
Di beşa fîlmên kurt de jî çar xelat li festîvalê hatin dayin.
Fîlm û derhênerên ku xelat wergirtin bi vî rengî ne:
Di beşa Bakur de Bêrîvan Sarûhan bi fîlmê xwe yê bi navê 'Stêrka li ser xetê' xelat wergirt.
Di beşa Rojava de Gulê Welat bi fîlmê 'Xewn', di beşa Başûr de Azhîn Kawa bi fîlmê 'Paths' û di beşa Rojhilat de jî Seyed Payam Hosseînî bi fîlmê 'Rûssîan Vodka' xelat wergirtin.
'BERBÛ' DI DAWIYA FESTÎVALÊ DE HATE NÎŞANDAN
Beriya merasîma xelatdayinê fîlmê 'Berbû' weke fîlmê herî dawî di festîvalê de hate nîşandan. Sînemahezan bi baldarî li fîlm temaşe kirin. Derhênera fîlm Sevînaz Evdikê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî festîvalê bû.
Piştî nîşandana fîlm Evdikê ji bo dikê hate vexwendin.
Gelek temaşevan û hunermendên şanoyê axivîn, Evdikê pîroz kirin û di şexsê fîlmê Berbû de pesnê karên çand û hunerê yên li Rojava dan.
Sevînaz Evdikê jî ji ber şîroveyan spas kir û got, "Têkoşîneke mezin tê meşandin. Berdêlên giran têne dayin. Hêviya me ew e ku em xwe bigihînin wan rojan ku dayik rondikan nebarînin. Ez spasiya hemû hevalan dikim ên ku şîrove kirine. Lê belê em di nava şert û mercên zehmet de jî her tim bi rexnekirinê nêzîk dibin û ji bo hîn bêhtir hunerî bin tiştên ji destê me tên hewl didin bikin."