Tengezariyên Erdogan

Tu hêz û şiyan a AKP’ê nîne ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Ji bo Erdogan desthilatdarî tê wateya her tiştî. Di vî warî de ji bo tepisandina rojevê, bêdengkirin û bêbandorkirina muxalefetê wê şer mezin bike.

ANALÎZA ZEKÎ BEDRAN

Di encama hilbijartinên Tirkiyê de CHP wek partiya yekem derket. AKP’ê tevî hemû derfetên dewletê û çapemeniyê jî winda kir. Di hilbijartina de encameke wiha bi giştî nehatibû pêşbînîkirin. Lê ji hilbijartinên meha Gulanê û vir ve Erdogan nekarî ti gavan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat bavêje. Çalakiyên dawî yên gerîla hewa ango dilxweşiya wan girt û moralek mezin da gelê Kurd. Kampanya ji bo azadiya Rêber Apo, helwest û berxwedniya wî ya li Îmraliyê atmosfera siyasî da guhertin.

Erdogan ji bo ku plana xwe ya qirkirina gelê Kurd bi cih bîne, gelekî xebitî. Ji sala 2015’an û vir ve her tim di nav êrîşan de ne. Digotin “Em bêhndayinê nedin Kurdan” şer û êrîş mezin kirin. Erdogan pesnê xwe da ku wî ji hemû hikûmetên din zêdetir kurd kuştine. Wî wek ku di maçên futbolê de pûanan radigihîne hejmara kûştiyan didan. Li gorî hejmara wan ên dawî, ji sala 2015’an heta niha 40 hezar Kurd kuştine.

Li şûna ku bi kurdan re li hev bikin û bi hev re bijîn û aşitiyê pêk bînin, bi kuştina wan û tirkkirina wan wekî emrê Xwedê be,pêk anîn. Ev sed sal in ev kevneşopiya lanetkirî û zîhniyeta xwe neguherandine. Bi wan kesên ku bi dehhezaran mirov qetil kirin û li paş man, dê çawa yekîtî û wekhevî pêk were? Gotin, “Em ê gelê bê rêxistinkirî, têkçûyî û îradeya wî şikestî bixwin û têr bikin.” Ev yek anîn serê Ermenî, Suryanî û Yewnanan. Ev sed sal in li hemberî gelê kurd jî vê yekê dikin. Digotin, em ê arşîvan venekin, û rojevê biguherînin, em ê zarokên kurd ên dibistanên xwe asîmîle bikin û mejiyê wan bişûn. Bi her awayî Kurd di nava qirkirina çandî de hatin girtin. Dema ku tundî, sirgûn û komkujî lê zêde bibin, wê pêvajoya îmhayê tamam bibe.

Wêranî û êşên giran anîn serê Kurdan. Lê rûxmê wê jî teslîm nebûn. Rêber Apo, Gerîla û berxwedana gel a rêxistinkirî hemû lîstok û planên wan pûç kirin. Encama ku dixwestin bi dest nexistin. Di salên dawî de ew pir bi hêvî bûn. Gotin ku me gel tepisandiye û li Bakur kontrol û serweriya xwe avakiriye. Kesên ku tevdigerin digirin. Li cîhanê tu dewlet û hêzeke ku piştgiriya kurdan bike tune. Me herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê li Sûriyeyê dagir kir û qirkirina etnîkî pêk anî. Me li Başûrê Kurdistanê jî bi dehan baregehên leşkerî ava kirin. Me PDK’ê jî xist nava van planan. Kes napirse tu li Iraqê çi dikî û çima ewqas êrîş û bombebaranan pêk tînî. Digot, em tifaqê hinekî berfireh bikin û êrîşan xwe zêdetir bikin, em ê hem PKK’ê û hem jî gerîla tasfiye bikin

Rêvebiriya Erdogan di mehên dawiyê de li dijî Kurdan koalîsyoneke cîhanî ava kir. Bi mehaye bi hêzên Iraqê re hevdîtinan pêk tînin. Zext, tawîz û teklîf tên rêzkirin. Hevdîtin û danûstandinên bi DYA, NATO û Rûsyayê re jî zêde bûn. Hewl dide Îran û hikûmeta Sûriyê jî bike nava vê eniyê. Dît ku tenê bi hêza xwe û desteka ku heta niha girtiye nikare vî şerî bi ser bixwe. Ji bo vê jî pêwîste tevgera azadiya Kurd hîn zêdetir lawaz bike û tifaqên xwe zêde bike. Gotina “yên ku pirsgirêka kurd çareser nekin wê çareser bibin” li tirkiyê her timî rastîya xwe tê. Ji sala 2015’an û vir ve Erdogan bi tena serê xwe nikare desthilatdariyê bike. Ji bo ku Kurdan bişkîne û winda bike vebijêrka şer hilbijart. Kurdan jî li ber xwe dan û pê da winda kirin. Ev yek di hilbijartina 31’ê Adarê de careke din derket holê. Bi hêza dewletê 2 setan hemû şaredariyên HDP’ê desteser kirin. Lê gel teslîm nebû, berovajî vê yekê tûjtir bû û bi hêrs tijî bû. Di dawiyê de kurdan qeyûm derxistin û hêjmara şaredariyan zêde kirin. Dîsa cihên wekî Şirnex û Şemzînanê bi dengên hilbijartinê û yên leşkerî dagir kirin. Cihên wek Bedlîsê dizîn. Ger van lîstokan nebûya partiya DEM’ê wê 15 şaredariyên din jî bi dest bixistan.

Dê CHP bibe partiya pêşeng û nepejirandina gelê kurd a li dijî pêkanînên kolonyal wê faşîzma AKP-MHP’ê rawestîne? Na şer na de seknandin. Tu hêz û şiyan a AKP’ê nîne ku pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike. Ji bo Erdogan desthilatdarî tê wateya her tiştî. Di vî warî de ji bo tepisandina rojevê, bêdengkirin û bêbandorkirina muxalefetê wê şer mezin bike. Ji ber ku heta niha CHP’ê û partiyên din li dijî şer û operasyonên dagirkeriyê yên li dijî kurdan derneketine. Ew jî bûne parçeyek ji koroya yekitî û yekitiya netewiye. Erdogan dizane ku ev mijar aliyê wan yê herî qels e. Çawa ku tê zanîn pirsgirêka Kurd li derve aliyê herî qels yê Erdogan e, di hundir de jî weke aliyê herî qels ê mûxalefetê hate bikaranîn.

Helbet encamên hilbijartinê li derve jî tên temaşekirin. Jixwe Erdogan kesekî bêbawer û bêrûmet bû. Lê dewlet ji bo berjewendiyên xwe bi wî re kar dikirin. Niha îtîbar û hêza wî hê bêtir lawaz bûye. Li gel van hemûyan jî Erdogan naçe ser rêya aqil û çareseriyê. Tifaqa ku bi Ergenekon û nijadperest MHP’ê re çêkir û lawazbûna dewletên herêmê wî ji şer re nahêle. Tirkiye jî xwedan berfirehbûn û planên berfirehkirina sînorên xwe ye. Dema ku Rojhilata Navîn di nava krîzeke wisa kûr de ye, faşîzma Tirk jî dixwaze ji vê konjonkturê sûdê werbigire. Ji ber vê yekê ne hewce ye ku mirov şîroveyên xweşbîn bike. Yên li dijî faşîzma Tirk in, divê hesabên xwe li gorî vê bikin.

Çavkanî: Rojnameya Ronahî