ANALÎZ

Serdana Erdogan a li Iraqê û lêgerînên şer

AKP-MHP li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ji hewldanên xwe yên ji bo dagirkeriyê re li hevkarekî digere. Bi projeya ekonomîk zorî li hikûmeta Iraqê dike ku tevlî xwe bike. Erdogan ji bo êrîşa dagirkeriyê bide erêkirin, plan dike ku piştre biçe DYE’yê jî.

HIKÛMETA AKP-MHP’Ê JI BO DAGIRKERIYÊ LI ALÎKARIYÊ DIGERE

Guherîna rêyên bazirganiyê ya cîhanî, bi xwe re gelek guhertinên siyasî, leşkerî û ekonomîk jî anî. Çînê di sala 2013’an de projeya “Yek Nifş, Yek Rê” ragihand û bi vê yekê re guzergeha Rêya Hevrîşimê ya ku dîroka wê digihije beriya mîladê, jinûve tê nûkirin. Çîn; bi Rêya Hevrîşimê ya ku ji parzemîna Asyayê heta Ewropayê dirêj dibe, amadekariyên gava xwe bazirganiyê ya ku li seranserî cîhanê pêş xistî, didomîne.

‘YEK NIFŞ, YEK RÊ’

Projeya nû ya ku weke Rêya Hevrîşimê ya Modern tê binavkirin, nêzî 60 welatan eleqeder dike. Rêya nû wê ji Asyayê destpê bike û bandorê li gelek geşedanên siyasî, leşkerî û ekonomîk ên li parzemînê bike. Ev rê tenê ji rotayekî yan jî korîdorê pêk nayê; di nav de rêyên hesin, lîman, xetên boriya petrolê û gaza xwezayî jî cih digirin.

Ev pêngav herî zêde DYE xiste nava tevgerê ku hêza hegemonîk û sermayeya gerdûnî di destê xwe de digire. Li dijî hewldana Çînê ya bi rêya ekonomîk zêdekirina nifûsê, DYE jî bi Korîdora Ekonomîk a Hindistan-Rojhilata Navîn-Ewropayê re li dijî vê gavê rabû.

Her du proje jî dibin sedem ku li cîhanê hevsengiya siyasî, leşkerî û dîplomatîk were guhertin, yên nû bên avakirin û rê ji şerên nû re jî vedike. Tê payîn ku proje karakterê bazirganiya cîhanê biguherîne. Hêzên navneteweyî û herêmî jî ji bo li ser guzergeha herî qelebalix cih bigirin, ketine nava pêşbirkê. Yek ji van cihên ku herî zêde lê ketine pêşbirkê jî, Rojhilata Navîn e.

JI DYE’YÊ PÊNGAVA DIJBER: IMEC

Di vê çarçoveyê de hêzên ku dixwazin li Rojhilata Navîn hem di warê leşkerî hem jî ekonomîk de bi bandor bibin, hene û destpêka van hemûyan jî dewleta Tirk a dagirker tê. Dewleta Tirk; di nava projeya Çînê ya Rêya Hevrîşimê ya nû de cih digire, lê li IMEC’ê ku DYE dixwaze bixe meriyetê, cih nagire. Hêzeke din jî ku di nava vê projeyê de nîne, yek ji aktorên sereke yê Rojhilata Navîn, Îran e.

DEWLETA TIRK; HEWL DIDE ROL BIDIZE

Dewleta Tirk; ji bo qada xwe ya bi bandor a li herêmê berfireh bike, hewl dide bi Iraqê re “Projeya xwe ya Rêya Pêşketinê” bixe meriyetê. Projeya ku Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (BAE), Qatar û Iraq tevlî bûye, ji Kendava Besrayê destpê dike heta Ovakoya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê dewam dike. Bi vê rêyê re tê armanckirin ku bazirganiya ku ji Asyayê tê kirin, li ser Tirkiyeyê re bê veguheztina Ewropayê. Dewleta Tirk “Projeya xwe ya Rêya Pêşketinê”; li dijî IMEC’ê weke alternatîf derdixe pêş. Hêzên weke DYE, Hindistan, Emîrtiyên Ereb ên Yekbûyî (BAE), Siûdî Erebistan, Urdun, Îsraîl, Yewnanistan, Îtalya, Fransa, Elmanya û Yekîtiya Ewropa di IMEC’ê de bûne hevpar.

ARMANCA ESAS AMADEKARIYÊN LI DIJÎ PKK’Ê NE

Li aliyê din ji bo ku ev rê bixebite û ewlehiya wê pêk bê, hinceta bingehîn weke “PKK” tê nîşandan. Hikûmeta AKP-MHP’ê ji hewldana xwe ya dagirkeriyê, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê li hevkarekî digere. Bi vê projeya ekonomîk zorî li hikûmeta navendî ya Iraqê dike ku wê jî tevlî xwe bike. Dewleta Tirk hewl dide hikûmeta navendî “bi tiliyek hingiv” bixapîne. Ji xeynî Sunniyên li Iraqê, hewl dide Şîiyan jî bike hevkar. Plan dike ku “Projeya Rêya Pêşketinê” li bajarên Şîiyan ên mîna Necef û Kerbelayê re derbas bike û aliyên din ên li Iraqê jî ji bo hewldanên xwe yên dagirkeriya nû razî bike.

Rêya bazirganiyê ya navborî, ji dervey sînorên Rêveberiya Herêma Kurdistanê tê gihandina Tirkiyeyê. Ev jî mijareke cuda ye ku bal dikêşe.

SERDANA NÛ

Beriya hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk bi Iraq û PDK’ê re gelek hevdîtin pêk anîn. Di encama van hevdîtinan de tê payîn ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 22’yê Nîsanê de were Iraqê. Piştî serdana herî dawî ya ku Erdogan di sala 2012’an de li Iraqê kirî, li herêmê şerekî tund destpê kiribû. Piştre bi geşedanên qewimî DAÎŞ hate avakirin û berê DAÎŞ’ê dan xaka Iraq û Sûriyeyê. Piştî 12 salên derbas bûyî, li her du welatan jî hilweşînên mezin çêbûn. Her du welêt jî ber bi şerê hundir û bêîstiqrariyê ve çûn û ev yek veguherî krîzeke mezin. Di vê pêvajoya ku hewl tê dayîn hevsengiya navneteweyî û herêmî çêbibe de, dîsa Erdogan berê xwe da Iraqê. Mijara rojevê ya herî mezin jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye ku desthilatdariya wî ya 22 salan hejandiye.

PIŞTÎ HILBIJARTINÊ…

Dema mirov bi çavekî cuda li Erdoganê beriya hilbijartinên xwecihî û li Erdoganê piştî hilbijartinan dinêre, şîroveyên cuda jî derdikevin pêş. Tê pêşbînîkirin ku Erdogan bi propagandaya mezinahiya projeyê, hewl ddie beriya hilbijartinê atmosfera hewaya şer bigire. Tê gotin ku di serdanan de hewl dide vê ferasetê di hişê mirovan de bi cih bike, “Li Iraqê bi hemû hêzan re li hev kiriye û her kesê li dijî PKK’ê çeper girtiye”.

Iraqê jî hin caran bi devên duyemîn û sêyemîn daxuyaniyê dide û her çend dibêje ku wê nebe hevkarê plan û polîtîkayên dewleta Tirk, pozîsyona wî ya di çarçoveya geşedanan de hin pirsan bi xwe re tîne. Texmîna herî xurt jî ew e ku Iraq wê ji warê leşkerî zêdetir, wê li hemberî hin sozên ji bo berjewendiyên wî hatine dayîn, agahiyên îstixbaratî bide.

PIŞTÎ IRAQÊ WÊ BERÊ XWE DIDE DYE’YÊ

Erdogan ji bo pêngavên xwe yên ekonomîk û êrîşa dagirkeriyê bide erêkirin, plan dike ku piştî serdana Iraqê biçe DYE’yê jî. Tê îdîakirin ku Erdogan wê di hevdîtina xwe ya li DYE’yê de wê li ser rolê xwe yê nû yê li herêmê û belavkirina şer a li herêmên cuda yên Rojhilata Navîn, nîqaş bike û wê temeniya vê yekê bide. Gelek kes diyar dikin ku piştî dewleta Tirk ji IMEC’ê dûr hatî xistin, fîtilê  şerê li Xezeyê dişewitîne. Her wiha Îsraîl ku yek ji aktorên esas ê IMEC’ê ye, bi vê projeyê re rolê pira ji Ewropayê re digire ser xwe. Ev rol berê yê Tirkiyeyê bû.

RÛSYA JI HEWLDANÊN DEWLETA TIRK RE ÇI DIBÊJE?

Dewleta Tirk a bi geşedanên ekonomîk û dîplomatîk nêzî DYE’yê dibe û ev yek Rûsyayê dixe nava fikirînê. Rûsya peyamên cuda dide partnerê xwe yê di nava polîtîkaya Avrasyayî de. Di rojên borî de her çendî ku di çapemeniyê de nehatiye nîşankirin jî, Serokê YNK’ê Bafil Talabanî serdana Rûsyayê kir. Rûsya li dijî hewldanên muhtemel ên dewleta Tirk, wiha dibêje, “Eger tu zêdetir nêz bibî, ez ê li Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî te bikevin tevgerê.” Di vê hesabê de zehmet dixuyê ku dewleta Tirk a ku bi temamî xwe spartiye NATO û DYE’yê, li Başûrê Kurdistanê bi hevsengî bimeşe.

Tê payîn ku bi hatina Erdogan a Iraqê re herêm jinûve bikeve nav liv û tevgerê û di serî de Iraq li gelek cihên Rojhilata Navîn lêgerînên nû yên hevsengiyê bikeve rojevê.