Agirên li Kalîforniyayê ne vemirÎn

Ev ji mehekê zêdetire ji ber şewatên li daristanên li girava rojavayê DYE’yê tîmên agirkûj ji hal ketin. Li Kalîforniyayê hîn ji bo vemirandina 27 şewatên mezin têkoşîn tê kirin.

Ji roja Duşemê û pêve ji 19 hezar zêdetir agirkûjan mûdaxeleyî 27 şewatên mezin ên li Kalîforniyayê dikir. Li gorî agirkûjê xwedî tecrûbeya 20 salî Darrell Roberts, qet nayê guman kirin ku ev şewat ji ber germahiya gerdunî derdikevin.

Robertsê ku ji bo AFP’ê axivî diyar kir ku mezinbûna şewatan ji sînorên tîmên agirkûjan diborin, pêwîste ku li gel vê pirsgirêkê krîzên tendirûstî yên girêdayî Covîd-19 jî li ser zêde bikin.

Şewatên li girava rojavayê DYE’yê heta niha herêmek 20 hezar kêlometreyî tine kir û ji 30 kesî zêdetir jî jiyana xwe ji dest da.

Endamê Komeleya Agirkûjên Navnetewî Darrell Robertsê diyar kir ku ev şewata ku niha heyî hetanî dawiya salê mixabin wê wekî normekê lê bê.

Roberts got: “Her sal germahiya hewayê zêde dibe, rekorên germahiyên nû dişkên û her ku diçe hişk tir dibe. Ya ku weke ev 20 sale ez li qadan agirkûj dizanim ev e. Raste rast bandorek a germahiya gerdonê heye. Ji bo min ev zelal e. Dawiya wê em nabînin.”