Herêma çiyayî ya Hîndûkûş-Hîmalayan qadekî ji Efganistanê heta Myanmarê bi qasî 3.500 kîlometreyî li xwe digire. Li gorî mirovên zana, ev herêma ku bi navê Cemsera Sêyemîn tê binavkirin bi xeteriyê re rû bi rû ye.
Ev herêma çiyayî, ji çemê Ganjê bigire heta Mekongê ji wir jî heta Çemê Zer ji 10 çemên mezin ên Asyayê çavkanî jê digire. Li dorî van çeman jî jîngehên jiyanê ne.
Aliyên jêr ên van bejahiyan jî bi berfê girtiye, ji ber rewşa germahiyê re rû bi rû ye. Li vê xeta çiyayî, Everest û çiyayê K2 ê lûtkeya herî bilind heye.
Bi pêşengtiya l'International Centre for Integrated Moutain Development (ICIMOD) a di bin sêwana hikûmetên navendî a Katmandû yê ye, nêzî 300 lêkolîner û pispor tevlî lêkolînê bûbûn û lêkolînê 5 salan dom kir.
Ji ICIMOD’yê berpirsê raporê Phîlîpûs Waster got: “Ev krîzeke avhewayê ye û heta niha nehatiye dîtin.”
Li gorî vê lêkolînêli herêma çiyayî ya Hîndûkûş-Hîmalayê heta 2100’ê wê qeşaya xwe ji 3 paran 2 bihele. Ev helîna berfê jî wê bandorê li 1,65 mîlyar kesan bike.