Çemên Colemêrgê bi navê 'islah'ê ji holê têne rakirin

Gelek çemên li Colemêrgê bi rijandina beton hatin ziwakirin, dar, giha, heywan û jiyana xwezayî ya li derdora van çeman hatin tunekirin.

Li cografya Colemêrgê ku bi çiya, deşt û newalên xwe xwezayeke xwe ya bêhempa heye, bi hezaran zindî û nebat hene. Hewl tê dayin ku bi rêya rant, bendav, HES û madenan ev jiyana xwezayî ji holê bê rakirin. Li çiyayên Cîlo û Geliyê Zapê yê Colemêgê bi dehan bendav, Santralên Hîndroelektrîk (HES) hatin avakirin. Bendav û HES bi armanca rantê hatin avakirin û xweza hate qetilkirin. Her wiha li Colemêrg û navçeyên wê bi dehan kanên madenê hene. Ji ber van kanên madenê li gelek herêman çavkaniyên avê hatin qirêjkirin, jiyana xwezayî ji holê hate rakirin. Hikumeta AKP'ê ku çem û newalên mezin bi HES û bendavan tune kir, li çem û newalên biçûk jî jiyana xwezayî bi navê 'islah'kirinê qir qada betonê. Bi hezaran darên li geliyan hatin birîn, nebat û jiyana xwezayî ji holê hate rakirin û beton li herêmê hate rijandin.

Li navenda Colemêrgê, navçeyên Gever, Çelê û Şemzînan Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) û qeyûm ji bo qetilkirina xwezayê hewl didin. Li çem û geliyên ku DSÎ dest li wan werdane bi hezaran cûre nebat, kêzik, zindî hene. Çemên ji gund, gundik û taxan derbas dibin bi beton hatine çikandin.

Îsa Çîftçî yê li navenda bajarê Colemêrgê ye anî ziman ku bi 'islah'kirina çemên li herêmê jiyana xwezayî ji holê hatiye rakirin. Çîftçî ragihand ku çem û geliyên li Colemêrgê ji aliyê nebat, daristanan ve gelekî dewlemend in û got, "Li vê derê ne tenê dar hebûn. Gelek heywan jî hebûn. Bi taybetî bihar, havîn û payîzê xwezaya li vê derê gelekî bedew bû. Ji bo bêhnvedanê mirov dihatin vê derê. Gelek heywanên kovî hebûn. Dadrên gwîz, sêv, hirmî û ji gelek cûreyên din hebûn. Bi salan me li van geliyan fêkiyên xwe kom dikir û li navenda bajêr difirot. Lê belê ev qad niha bûye mîna beton. Li qiraxa çem bi hezaran dar hatin birîn. Niha ne dar ne, ne nebat ne jî zindiyek li dora çem hene. Islahkirina çem xwezayê ji holê radike."