Gelê Kurd gelekî welê ye ku bi hezaran ewladên xwe di têkoşîna azadiyê de şehîd da. Ewladên gelê Kurd, şervanên wê yên azadiyê ji bo cîhaneke adîl, ji bo paşerojeke azad û wekhev, ji bo jiyaneke bi rûmet her cûre zehmetî, fedakarî û berdêl dan pêş çavên xwe û şerê azadiyê kirin. Li hemberî înkar û îmhayê li ber xwe dan, berxwedana li hemberî her cûre paşverûtiyê kirin pîvana bingehîn a têkoşîna jiyanê.
Jiyaneke bi rûmet netê bi azadiyê dibe. Şerê azadiyê mîna neqşeke efsûnî ye Her girêkeke weê bi wate ye, her neqşeke xwe bi vegotinê ye. Ev yek nîşaney neqşên hêvî, êş, kêfxweşî û hestên me yên jiyanê ne. Şervanên azadiyê yên di vê oxirê de şer dikin berê wan li serketinê û hêviyê ye, lewma vegotina wan ne karekî hêsan e. Lê dîsa jî divê mirov binivîsîne, li gel her tiştî jî binivîsîne.
Nivîsandina li ser wan weke vegotina azadiyê ye J iber ku ev hevrê îro, rabirdû; bi kurtasî dîroka me ne.
JI ŞEHRÎBAN HETA ARMANC AZADÎ
Şehrîban Alturk sala 1992’an li navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayik bû. Jidayikbûna li cihekî weke Botanê ku weke dilê Kurdistanê tê naskirin, kesayetiya Şehrîban û jiyana wê diyar kir Botan ku bi hestên xwe yên welatparêziyê naskirî ye, di dîroka têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de xwedî cihekî girîng e. Ji ber vê girîngiya xwe çîroka gel teqez vediguhere têkoşînê. Şehrîban jî di nava rastiyeke bi vî rengî de mezin bû. Vê rastiyê piştî demekê Şehrîban kir yek ji lehengên çîroka azadiyê.
Di nava jiyana xelkê Botanê koçberî timî heye. Malbata Alturk jî ji vê rêyê derbas bû û koçî Dîlokê kir. Şehrîban bi vegotina dayika xwe mezin bû ku xwedî nirxên Botanê û Kurdistanê bû. Bi rengekî dilsozê kok û rabirdûya xwe jiyana xwe dewam kir.
Dema ku li Wanê doktorî dixwend, têkoşîn baş nas kir. Rastiya Kurd û Kurdistanê bi demê re hîn bêhtir nas kir.
Li pêşberî êşên xelkê Wanê yê di dema erdhejê de, li hemberî mirovên ku di komkujiya Roboskî de hatin qetilkirin, li pêşberî êşa 34 canên ku bi bombeyan parçe parçe bûn, ne wijdan ne jî dil dikarîbû bêdeng bima. Li dijî vê zilmê zanîbû ku wê li kîjan alî bisekine û tercîha xwe li aliyê têkoşîna bi rûmet a PKK’ê danî. Jiyana ku ew di nav de bû, bersiv nedida lêgerînên wê.
Heta sala 2014’an biryardariya xwe xurt kir û weke şopdareke apê xwe hevalê Harûn ê ku li nava tevgera azadiyê şehîd bû, berê xwe da nava têkoşînê. Ew êdî Armanc Azadî bû. Bi kêfxweşiya kesekî ku her tiştên windakirî dît, li çiyê û di nava têkoşînê de kêfxweşî dît.
Belasebep negot, “Hemû hestên pîroz, min di nava PKK’ê de dît. Ji ber vê yekê dilsoziya min a bi çiyê û jiyanê re her roj zêde bû.” Ber bi jiyaneke têr û tijî herikî.
Armanc Azadî di nava têkoşînê de bi sadebûn, hevrêtî, kelecan û rûkeniya xwe ya bedew dihate naskirin. Li pişt her gotina xwe disekinî û ew bi cih dianî.
Gerîlayeke welê bû ku di nava jiyanê de ti carî dest ji dîsîplîna leşkerî bernedida, heta dawiyê dilsozê hevrêtiyê bû û timî dixebitî. Bê fikar tevlî her kêliya jiyanê bû, xwe bi kedê afirand. Zanîbû ku her karê dike di nava têkoşîna azadiyê de girîng e. Li her cihê ku lê ma, xwedî li jiyanê derket.
Ji aliyê gerîlatiya jinê û îdeolojîk ve her roj xwe bi pêş ve bir. Xwe jinûve afirand. Li Zagrosan gerîlatî kir û ev yek ji bo hevala Armanc bû xaleke diyarker.
FEDAIYEKE APOYÎ
Hevala Armanc di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza û ji bo bibe fedaiyeke Rêber Apo kete nava kûrbûnan. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tevlîbûna li nava partiyê bi tena serê xwe têrê nake, lewma divê bi îdeolojiya Rêber Apo re bibe yek û di vê mijarê de kûr bû. Zanîbû ku cewhera fedaîtiyê dikare ji Rêber Apo hîn bibe û ji bo tevlî nava fedaiyan bibe beşdarî Hêzên Taybet bû. Jiyana xwe bi têr û tijî jiya û gihîşt wateya fedaîtiyê. Ew êdî fedaiyek bû ku di oxira armancên xwe de jiya û şer kir.
Di felsefeya fedaîtiyê de her tişt digihêje wateyeke kûr. Bi kelecaneke mezin tevlî nava jiyanê bû û ev kelecana xwe ti carî winda nekir. Xwe tevlî nava têkoşînê kir; bû yek ji mînakên herî mezin ên fedakariyê. Xwedî li hemû nirxên xwe derket û navê vê fedakariyê êdî Armanc bû.
Li cihê ku ew lê bû karê şoreşgerî nedisekinî. Bi hesasiyeteke mezin tevlî her karî dibû. Zanîbû ku xizmeta ji bo şoreşê bi kar dibe, kar jî azadî ye. Bi dilxwazî ber bi azadiyê ve beziya û veguherî heqîqeta Zîlan. Mîsyonek danî ber xwe, bi rengekî ji rêzê tevlî nebû, hewl da ku timî tiştekî ji xwe bide û bigihêje bedewiyê. Ew hem milîtanek hem jî fermandarek bû. Timî li pêş dimeşiya Zanîbû ku ji bo gelê xwe dikare jiyaneke bedew biafirîne û di vê oxirê de xwe amade kir ku hesab ji dijmin bipirse.
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavay Zapê ji sala 2022’an û vir ve şervanên azadiyê destaneke mezin dinivîsînin. Hevala Armanc Azadî jî yek ji fermandarên YJA Starê yên pêşeng bû ku ev destan bi xwe dinivîsand. Zanîbû ku dawî wê bêhempa be. Ji ber ku hincetên xwe yên têkoşînê gelekî xurt bûn.
Çepera wê qîrîna azadiyê ye, berxwedêriya wê jî bedewiya wê ye. Ev çeper rêyeke ku wê bigihîne asta herî bilind a fedaîtiyê. Ji ber vê yekê çepera xwe diparêze. Bi vê têgihiştinê nêzî her roja xwe dibe û zor û zehmetî ti carî nikare wê bitirsîne. Her wiha ji ber ku zehmet bû, di dilê wê de wateyên hîn mezin afirand.
Li tunelên berxwedanê, cewhera mirovahiyê heta kêliya dawî bi hevrêyên xwe jiya. Rûkeniya wê ji bo rojekê jî kêm nebû, bedewiya dilê xwe ji hevrêyên xwe veneşart.
Fedaî ne tenê beriya çalakiyê dibêjin ‘Bijî Serok Apo’; dema ku dijîn jî vê gotinê timî dubare dikin û ji bo karibin li gorî vê gotinê bijîn şer dikin. Fedaî heta kêliya dawî dilsozê Rêber Apo ne; amade ne ku di oxira jiyaneke azad de hemû berdêlan bidin.
Hevala Armanc Azadî ji Sarayan, ji Rûkenan hîn bû ku derba mezin li dijmin bixe. Ew şervanek û fermandareke bi rûmet, serbilind bû ku ti carî dest ji têkoşînê berneda. Hevala Armanc gelek wate û bedewî tevlî jiyana xwe ya têkoşînê ya deh salan kir. Di 29’ê Kanûna 2024’an de bû stêrk û cihê xwe di nava vê destana berxwedanê ya bi rûmet girt.