Yekîtiya Ewropayê FARC ji nava lîsteya 'rêxistina terorê' derxist

Yek ji rêxistinên berxwedanê yên Kolombiyayê FARC, ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê hate derxistin.

Berdevka Çapemeniya ya Konseya Ewropayê Vîrgînîe Battû diyar kir ku bi mohrkirina peymana aştiyê ya li Kolombiyayê re FARC ji lîsteya 'rêxistinên terorê' hatiye derxistin.

FARC ji sla 2002'an û vir ve di lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê de bû. Yekîtiya Ewropayê di Îlona 2016'an de bi rengekî demkî FARC ji lîsteya 'rêxistinên terorê' derxistibû.

Rêxistina FARC'ê ku zêdeyî pêncî sal in têdikoşe, 27'ê Hezîranê çeka dawî ya di destê xwe de bi merasîmê radestî Neteweyên Yekbûyî kiribû. Di merasîmê de ku li qada La Gûajîra ya li bejahiya bajarê Mesetasê hate kirin, Serokdewletê Kolombiyayê Santos, Şefê Mîsyona Kolombiyayê ya Neteweyên Yekbûyî Jean Arnaûlt û lîderê rêxistinê Rodrîgo Londono jî amade bû.