Yekîtiya Ereb wê bi rojeva Îranê bi rengekî awarte li hev bicive

Erebîstana Siûdî bang li Yekîtiya Ereb kir ku civîna awarte li dar bixe. Li gorî nûçeya AFP'ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Erebîstana Siûdî ji bo binpêkirin û hewldanên Îranê yên li herêmê nîqaş bike, daxwaza civînê kiriye.

Hate ragihandin ku Yekîtiya Ereban wê roja Yekşemê bicive. Çavkaniyên dîplomatîk yên Ereban diyarkirin ku Bahreyn û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî piştgiriyê didin civinê û Komara Cîbûtî jî erê kiriye.

Yekîtiya Ereb ku navenda wê Qahîre ye, Cîbûtî jê re serokatiya demê dike. Daxwaz Riyadê ya ji bo civinê, piştî êrîşa milîsên Hûsî yên Yemenê ku di 4 Mijdarê de bi fuzeyan êrîşî Riyadê kirîbûn, ket rojevê.

Prensê welîhat ê Erebîstana Siûdî Mûhammed bîn Salman Îran ji vê êrîşê berpirsyar dîtibû û ev weke êrîşekî leşkerî li ser welatê xwe nirxandibû.

Îranê jî ev daxuyanî weke provakasyon bi nav kiribû û banga 'bi agir neleyîze' li Riyadê kirîbû. Di nava sedemên ku Riyad banga civinê li Yekîtiya Ereban dike de çalakiya sabotajê ya li dijî xetê petrolê yên Bahreynê heye.

Xeta petrolê ya ku petrola Siûdiyê roja Şemiyê ji ber çalakiyekî sabotajê hatibû rawestandin. Bahreyn jî Îran ji vê êrîşê berpirsyar dîtibû. Îranê ev rewş jî derewand.

Rageşiya di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de li gelek welatan bûye şerê ji bo zêdekirina bandora xwe. Tevî şerê li Yemen û Sûryeyê, Bahreyn, Qatar û Lubnan jî veguherîne qadên hevrikiyê.

Erebîstana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misir ji 5'ê Hezîranê ve hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qatarê re qutkirin. Her çar welat Qatarê weke piştgirîdayîna terorê û nêzikbûna bi Îranê re sûcdar dikin.