Yekîtiya Efrîkayê hêza leşkerî dişîne Sahelê

Ji bo welatên li Çola Sahelê, ku mehên dawî êrişên rêxistinên çete yên Îslamî yên tundrew lê zêde bûn, Yekîtiya Efrîkayê (AfB) biryar da ku bi hezaran leşkeran bi cih bike.

Komîserê AfB'ê yê ji karên aştî û ewlekariyê berpirsyar Smaîl Chergûî diyar kir ku wê bi taybetî piştgiriyê bidin têkoşîna li welatên rojavayê Efrîkayê ku li dijî êrişên çeteyan li ber xwe didin.

Chergûî ragihand bi vê armancê wê 3 hezar leşkeran bişînin welatên li rojavayê Efrîkayê ku li Çola Sahelê ne. Tê plankirin ku ev leşker destpêkê ji bo 6 mehan bên wezîfedarkirin.

Komîserê AfB'ê anî ziman, ji bo xurtkirina têkoşîna li dijî çeteyan wê bi Civata Aboriyê ya Rojavayê Efrîkayê (Cedeao) û G5 Sahel re bixebitin ku Fransa piştgiriya wê dike. Smaîl Chergûî diyar kir, li welatên rojavayê Efrîkayê metirsiya Îslamiyên tûndrew roj bi roj zêde bûye.

Malî, Bûrkîna Faso, Nîjer, Morîtanya û Çand ji sala 2014'an û vir ve bi piştgiriya leşkerî ya Fransayê di bin navê G5 Sahelê de li hev kom bûn û li dijî çeteyan dest bi têkoşîneke hevpar kirin. Bi hezaran leşkerên Fransayê ji bo têkoşîna li dijî çeteyan ji destpêka sala 2013'an ve li herêmê ne.

Tevî van welatan her wiha Nîjerya û Kamerûn jî cihê xwe di nava têkoşîna dijî çeteyên Boko Haram ên ser bi DAÎŞ'ê de digirin. Bi taybetî di salên dawî de Nîjer, Nîjerya, Çand û Kamerûnê li dijî Boko Haram operasyonên hevpar li dar xistibûn.