Xwepêşandêr hikumeta Ellawî qebûl nakin

Li parlamenta Iraqê rêveberiya Mûhammed Tewfîk Ellawî îro pêşkêşî dengdana pêbaweriyê tê kirin. Xwepêşandêr hikumeta Ellawî jî qebûl nakin.

Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikumetê ku 1'ê Cotmeha 2019'an dest pê kirin dewam dikin. Li ser daxwaza xwepêşandêran Serokwezîr Adil Abdulmehdî di 29'ê Mijdara 2019'an de îstifa kiribû. Piştî îstifaya Abdulmehdî demeke dirêj ji bo avakirina hikumeta nû lêgerîn û hevdîtinan dewam kirin. Herî dawî Mûhammed Tewîfk Ellawî ji ber ku siyasetmedarekî serbixwe ye, di 1'ê Sibatê de ji bo avakirina hikumeta nû hate wezîfedarkirin. Dihate payin ku Ellawî di nava hefteya derbasbûyî de hikumeta xwe pêşkêşî dengdana pêbaweriyê bike. Lê belê ji ber nelihevikrina Kurdan, Sûniyan û hin Şîan, piraniya parlamentê kom nebû û dengdan nehate kirin. Parlament wê îro bi rengekî awarte li hev kom bibe û dengdanê li ser hikumeta Ellawî bike.

XWEPÊŞANDÊRAN HIŞYAR KIRIN

Xwepêşandêr ji bo nîşan bidin ku ew Serokwezîrtiya Mûhammed Tewîf Ellawî û hikumeta wî qebûl nakin, roja Înê li paytext Bexdayê û gelek deveran ji nû ve dest bi xwepêşandanan kirin. Di daxuyaniyên xwepêşandêran de hate ragihandin ku eger dengê pêbaweriyê bidin hikumeta Ellawî wê li bajarên Iraqê hemûyan ji nû ve dest bi xwepêşandanên girseyî bikin.

XWEPÊŞANDANA MEZIN ÎRO YE

Li paytext Bexdayê li dijî hikumeta Ellawî tê payin ku bi beşdariya milyonek kesî xwepêşandan bê kirin.

Xwepêşandêr plan dikin ku li herêma Kesk çalakiyê bikin.

Tê gotin ku di dema dengdanê de wê xwepêşandan pêk were.