Xwendekarên Swîsreyî ji bo avhewayê daketin qadan

Li gelek bajarên Swîsreyê xwendekar ji bo avhewayê daketin qadan. Li Lozanê zêdeyî 8 hezar xwendekar li hev civiyan.

Meşa xwendekaran a li Lozanê li nêzî gara trenê saet 10:30'î dest pê kir. Çalakger heta navenda bajêr meşiyan û daxwaza civakeke ku hîn bêhtir li xwezayê tê kirin.

Di meşê de dowîzên bi nivîsa "Daxwaza parastina Dinyayê, ne xwestina Heyvê ye", "Eger avhewa bankayek bûya, mêj ve hatibû rizgarkirin", "Gerstêrkeke B nîne" vekirin. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Na ji qirêjiyê re, erê ji ekolojiyê re" hatin qîrîn.

Xwediyê Xelata Kîmyayê ya Nobelê Jacqûes Dûbochet jî piştgirî da greva xwendekaran. Dûbochet ji rojnameya Morgesê re bi vê armancê nivîsek nivîsî û got, "Rêveberên me extiyar in. Di mijara avhewayê de dest û milê wan girêdayî ye. Ciwan nikarin bisekinin, ev karê wan e, wê jiyanê û vê yekê ji kesî re nehêlin."

Dûbochet ji bo greva roja Înê got, "Ev hîn destpêk e" û diyar kir ku baweriya wî bi nifşê nû heye.

Hate plankirin ku li 15 bajaran çalakî bê lidarxistin. Tevî Lozanê li bajarên Cenevre, Neûchatel, Frîboûr, Sîon û Bîelê çalakî hatin lidarxistin.

Roja Pêncşemê li paytexta Belçîka Brukselê herî kêm 12.500 xwendekar ji bo avhewayê daketibûn kolanan.