Xelatên Nobelê yên Tibê hatin belavkirin

Xelatên Nobelê yên Tibê îsal dan James P. Allîson ê Amerîkayî û Tasûkû Honjoyê ku li ser tedawiya penceşerê xebatên wan hene.

Akademiya Zaningên Keyîtiya Swêdê Xelatên Nobela 2018’an ên Tibê eşkere kirin. Akademiyê bal kişand ser keşfên pêşveçûna tedawiya penceşerê yên Allîson û Hanjo û diyar kir ku tedawiya penceşerê bi astengkirina sererastkirina pergala parastina bedenê ya negatîf hatiye keşfkirin.

Xelata Nobelê ya di warê Tipê de, xelata yekemîn a Nobelê ya salê ye. Xelatên zanist, wêje û aştiyê bi pêngavên Alfred Nobel hate sazkirin ê ku dînamît keşf kiriye. Ji sala 1901’ê û vir ve ev xelat tên dayîn. Ji ber skandaleke zayendî ew ê îsal Xelata Wêjeyê neyê dayîn.