Elyakut: Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazariyê
Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut got, "Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazarê, ev yek derexlaqî ye."
Birayê Alî Haydar Elyakut ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, Hasan Elyakut got, "Nabe girtiyên nexweş bikin mijara bazarê, ev yek derexlaqî ye."
Li girtîgehan binpêkirinên mafên girtiyan êdî gihiştiye asta herî jor. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku cezayên wan xilas bûyî jî bi hincetên cuda nayên berdan. Rêvebiriyên zîndanan ji girtiyên ku ji 30 salan zêdetir di girtigehê de mane, poşmanî ferz dikin. Li Tirkiyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ku ji bo berdana sedan girtiyan bûye asteng, xwe wek dadwer û dozger dibîne û carek din girtiyan ceza dike. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê di bin navê “rewşa baş” de derheqê girtiyan de nirxandinên keyfî dike û girtiyên ku divê werin berdan, naberdin û wan wek dîl digirin.
Li girtigehên Tirkiyê yêk ji van dîlan jî Alî Haydar Elyakut e. Elyakut ku ev 32 sal e di girtîgehê de ye, niha li Girtîgeha Karabûkê tê girtin û tevî ku cezayê wî xilas bûye jî heya niha 3 caran înfaza wî hatiye paşvexistin.
Birayê Alî Haydar Elyakut, Hasan Elyakut ji ANF'ê re axivî û got: “Birayê min Alî Haydar Elyakut ji sala 1993’an vir ve di girtîgehê de ye û heya niha ji bo gelek girtîgehan hat sirgûn kirin. Birayê min û girtiyên din ên li gel, tevî ku cezayê wan xilas bûyî jî bi armanca şikandina îradeya wan, her carê tahliyeya wan tê taloqkirin. Pirsgirêka bingehîn a birayê min û hevalên wî ew e ku serdozger û midûrê Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, ji girtiyên 30 salan re ‘poşman bûnê ferz’ dikin. Bi ferzkirina ‘poşmaniyê’ gef li girtiyên sîyasî tê xwarin. Ev rewş ne tenê li Girtigeha Karabûkê, li tevahîya girtigehên Tirkiyeyê tê jiyankirin.
LIJNEYA ÎDARÎ Û ÇAVDERIYÊ WEKÎ DADGEHAN BIRYARAN DIGIRIN
Elyakut da zanîn ku Lijneya Îdarî û Çavdêriyê wekî "dadgehên paralel" tevdigerin û wiha dom kir:“Ev lijne xwe di vê çarçovê de dibîne û girtiyan carek din ceza dike. Lijneya Îdarî û Çavdêriyê hem xwe dike cihê dozger, hem xwe dike cihê dadger û her wiha xwe dike cihê Wezareta Dadê û biryaran dide. Di nava pergala faşîst de dixwazin girtiyan bê îrade bikin û poşmaniyê li wan ferz bikin.”
HERÎ ZÊDE MALBAT JI PÊVAJOYÊ BANDOR DIBIN
Elyakut anî ziman ku herî zêde malbat ji taloqkirina berdana girtiyên sîyasî bandor dibin û wiha got: “Bi taybet dayik û bav herî zêde ji vê piroseyê bandor dibin û ev yek di aliyê hestî de şikestinek mezin di wan de çêdike. Li gel vê xemgîniyê hêrsek jî ava dibe. Bi taybet sirgûnkirina girtiyan ku ji bo zindanên derveyî Kurdistanê tên şandin, ji bo malbatên wan dibe eşkenceyek mezin. Bi rastî jî girtîgeh neynika welatekê ye. Ger ku em bandora pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da destpêkirin, bibînin divê em li girtîgehan binêrin. Di vê pêvajoyê de girtiyên nexweş kirina mijara bazariyê, bêexleqiya herî mezin e. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê girtiyên nexweş bê şert û merc demildest werin berdan. Li gel vê yêkê divê girtiyên ku cezayê wan xilas bûyî bên berdan da ku sedan malbatên girtiyan, ji vê pêvajoyê bawer bikin û xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
EGER AŞTÎ TÊ XWESTIN, TIŞTÊN PÊWÎST HENE
Elyakut anî ziman ku dewlet li hemberî helwesta zelal a Rêber Apo ji xeynî gotinan ti gav neavêtiye û ev tişt got: "Li hemberî argumanên bingehîn ên îradeyê ku vê pêvajoyê da destpêkirin, tu gav nehat avêtin. Dewlet ji dil nêz nabe. Ji 27 Sibatê heya niha lêkolînên rêya giştî dide nîşandan ku sê daxwazên bingehîn yên gel hene.
*Başkirina şert û mercên xebatê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî.
*Demildest berdana girtiyên nexweş.
*Demildest berdana girtiyên sîyasî yên 30 sal in girtî ne."