Xebat Dêrik li Berlînê hate bîranîn

Yek ji pêşengên şoreşa Rojava Xebat Dêrik, li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.

Çalakiya bîranînê ji aliyê PYD Berlînê ve hate organîzekirin û tevî malbatên şehîdan gelek kes tevlî bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê NAV-DEM a Berlînê Yeko Ardil axivî.

Ardil bla kişand ser grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û li girtîgehên Tirkiyeyê, li Strasboûrg, Hewlêr, Galler û Kanadayê û got, "Ev berxwedan mîna 2. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin e. Wê pêngavên diyarî me, diyarî mirovahiyê bike."

Rêveberê PYD Berlînê Bavê Kawa jî qala lehengî û rola Xebat Dêrik a di nava Şoreşa Rojava de kir.

Bavê Kawa got, "Xebat Dêrik fermandarekî ji pola bû ku jiyana wî li nava partiyê derbas bû" û diyar kir, di afirandina şoreşa Rojava de yek ji fermandarên sereke û pêşengekî siyasî bû.

Bavê Kawa destnîşan kir, Dêrik yek ji wan kesan bû ku YPG û YPJ diyarî mirovahiyê kir.

Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Bavê Huseyn kara bîranînên xwe yên bi Xebat Dêrik re kir.

Di dawiyê de jî sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Xebat Dêrik hate nîşandan û dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatn qrîn.