Malpera Wikileaksê dest bi weşandina zêdetirê 2 milyon postayên elektronîk ên dîplomatîk ên Sûriyeyê kir.
Di civîna çapemeniyê ya li Londonê hat lidarxistin de, hat ragihandin ku wana dest bi weşandina 2.4 milyon belgeyên 680 rêxistin û saziyên cûda yên dewletê kirine. Di nava belgeyan de pevnivîsên Serokwezaret, wezaretên Derve, Aborî, Enformasyon, Ragihandin û Çandê jî hene.
Berdevka Wikileaksê Sarah Harrison ragihand ku ew ê belgeyan bi sernavê “Syria File” (Dosyayên Sûriyeyê) bi weşînin.