Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker li ser Selefîtî û Îslama Desthilatdariyê ji ANF'ê re axivî.
Mîrxan Karker got, "Desthilatdarî Îslamê bi rengê selefî pênase dike. Divê mirov bala xwe bidin ser dîroka vê yekê. Dîroka wê digihêje heta Hz. Mûhammed; xwe weke sahabe, tabiîne pênase dikin. Lê belê rabirdûya xwe digihêje heta Îbnî Teymiyye; dema ji sala 1200'î heta 1300'î.
Îbn-î Teymiyye ji Heranê ye. Di dema Mogolan de fikrên wî diafirin. Piştî ku Îngiliz tên Rojhilata Navîn hin îdeolog derdikevin holê; Mûhammed bîn Abdulvehhab, Cemaleddîn Afganî, Mûhammed Abduh û Seyyîd Kutub bingeheke îdeolojîk datînin.
Ev bi sê beşan dabeş bûne; Vahhabî, Cîhadî û Selefî. Di nava wan de cudahî gelekî kêm e; lê belê bi demê re navên cuda derketin holê ku bi navê dewletê şer kirin.
Di vê demê de rêxistinên weke Boko Haram, Îhvani Muslîm, El Qaîde, DAÎŞ û Hîzbul-Kontra têne naskirin, Ûsame Bîn Ladîn û Ebûbekir Bagdadî ji xwe taktîkên şer bi kar anîn. Herî dawî Abdullah Azzam diyar kir ku divê doktrîna şer çawa bê meşandin.
Rêbertî ev metirsî zû dît û hişyarî da. Ji ber vê yekê jî rehê Îslama Demokratîk afirand. Rêbertî Peymana Medîneyê kir bingeha vê yekê. Peymana Medîneyê li dijî muxalîfên Îslamê ji bo pêkanîna yekîtiya li Medîneyê, avakirina aramiya mirovên din di navbera ensar û muhaciran de hate kirin.
Piştre dema ku desthilatdariya dewletê rû da, ji bo parastina civakê fikrên cuda derketin holê. Tasavvûf û Tarîqat di vê demê de ava bûn. Kesên weke Îbnî Arabî, Hallaci Mansûr, Fahreddîn Razî li hemberî dewletê bingeha parastina civakê bi xwe danîn.
Ji xwe li Kurdistanê ev rewş bi rêya medreseyan bi pêş ket. Mînak Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Batê; piştre Şêx Ubeydûllah Nehrî û Şêx Seîd rabûn. Yanî dema ku civak kete metirsiyê, rehekî ku karibe wê biparêze, ji dewletê dûr, nêzî civakê destpê dike."
Mîrxan Karker anî ziman ku 2 kesan rê û rêbazên şerê Selefî diyar kirin û got, "Yek jê Îbnî Teymiye ye. Îbnî Teymiyye dibêje, 'Qezenca herî helal xenîmet e'. Xenîmet çi ye? Yanî destdanîna ser mal û milkê mirovan. Li Rojhilata Navîn ev rewş li pêş çavên her kesî qewimî. Dest danîn ser mal û milkên mirovan; li Şengalê jin dîl girtin û li bazarên koleyan firotin.
Ya duyemîn jî êrîşên bombeyî ye; teqandina bombeyan li nava gel e. Mînak li Amed, Riha, Enqereyê êrîşên bombeyî kirin. Bingeha vê jî ji aliyê Abdullah Azzam ve hate danîn.
Abdullah Azzam civakê bi du rengî pênase dike: Yek Daru'l Harb, du Daru'l Îslam. Li cihê ku qanûnên Selefiyan derbas nabin Daru'l Harb e. Ji ber vê yekê Abdullah Azzam dibêje 'Jin jî zarok jî, extiyar jî hemû kafir in'. Û bi vî rengî dewam dike: 'Ji ber vê yekê dikare bikeve nava wan û çalakiyê bike, hemûyan bikuje'. Sîstemek li ser vê bingehê hatiye avakirin.
'BI MEJIYÊ BAZIRGANIYÊ NÊZÎK DIBIN'
Nuqteyeke din jî ew e ku bi mejiyê bazirganiyê nêzîk dibin. Mînak, dibêjin 'Me li vê dinyayê canê xwe da, em şehîd ketin; wê demê li aliyê din divê Xwedê cinetê bide me'. Hejmara hûriyan jî diyar kirine. Yanî ketina wan a şer, îbadeta wan hemû li ser hesabekî ye.
Lewma jinên di ser 9 salî re yên li hemberî wan e, ji bo xw weke cariye dibînin. Dema ku şerek diqewime yekser dikevin malên mirovan, dest datînin ser mal û milkên wan, jinan direvînin û li bazara koleyan difiroşin. Ev fikir bi wan re timî heye. Bi vî rengî bê exlaqî kirine.
Lewma jin dîl girtin, xistin qefesan û firotin. Ûsame Bîn Ladîn, Ebûbekir Bagdadî, Hîzbul-Kontra li ser vê bê exlaqiyê şer kirin. Quranê li gorî xwe şîrove dikin, dibêjin 'Ev ji bo me helal e'. Aqil diterikînin; ji ber vê yekê tiştên dûrî ji exlaqê ji bo wan girîng nîne.
Ji ber vê yekê şerê ku wan li Rojhilata Navîn meşandin civak bi kûrahî hejand. Civakê ji ber desteserkirina mal û milkên mirovan, ji ber firotin û destavêtina li jinan nerazîbûn nîşan da.
Selefî li ku bin, li ku derê rahêjin çekê her tim bindestan weke dijmin dibînin; êrîşî serweran nakin. Mînak, ti carî êrîşeke yekser nebirin ser dewletên Xiristiyan, lê belê yekser êrîşî civakan dikin. Bi taybetî jî êrîşî wan civakan dike ku ji bo wan dibêjin 'Ji ol dûr ketine'.
'DEWLET JI BO WAN PÎROZ E'
Îslama Desthilatdariyê û Selefî ayetên 44, 47 û 49'an ên Sûreya Maîdeyê ji bo xwe weke delîl dibînin. Dibêjin, 'Yên hukmê Xwedê naecibînin kafir in'. Di nava Selefiyan de dewlet pîroz e. Dema ku gihîştin armanca xwe yanî bûn desthilatdar, hemû rê û rêbazan diceribînin. Ji bo gihîştina armanca xwe demokrasiyê weke takiye bi kar tînin. Ji ber ku demokrasî civakê temsîl dike û ew vê yekê weke kifir dibînin.
Ji dîktatorî û qraliyetê re 'xelîfe' dibêjin. Halbûkî ev avanî hemû heman tişt in. Jİ ber ku kesek ji her tiştî berpirsyar e; qanûn jî ew e, hikum jî di destê wî de ye. Xeyala wan a herî mezin bidestxistina dewletê ye, ji ber ku dewlet ji bo wan pîroz e. Dema ku dewlet bi dest xistin hingî dixwazin civakê bi zext û zorê bînin ser xeta xwe. Ji ber vê yekê carna xwe welê nîşan didin ku weke bi navê demokrasiyê tiştekî dikin, lê belê ew dijminên herî mezin ê demokrasiyê ne.
Selefiyên li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê her tim Tevgera Azadiyê weke kafir û murted dîtine. Şerê li hemberî me jî weke şerê herî pîroz pênase dikin. Me ev yek li Şengalê, li Bakur, di salên 1990'î de, li Efrîn, Kobanê bi şênberî dît. Bi xwendina Sûreya Fetîh êrîşî me dikirin. Weke ku Kurd hemû kafir in tevgeriyan, bi ayetên Quranê dixwestin wan 'bixin ser rê'."
'JI BO BERJEWENDIYÊN XWE DIJMINATIYÊ LI CIVAKÊ DIKIN'
Mîrxan Karker destnîşan kir ku di felsefeya tevgera wan de feraseta 'pariyek, hirkayek' heye û diyar kir ku ev yek felsefeya cewherî ya Îslamiyetê ye. Mîrxan Karker got, "Mînak şoreşgerekî me, gerîlayekî me ji bilî çeka xwe tiştekî xwe nîne. Tiştekî ji bo xwe, yan jî malbata xwe nake; têkoşîna xwe hemû ji bo civakê ye. Nirxên ku em dijîn û didin jiyîn Îslamiyeta Demokratîk ava dikin. Em ne berjewendiyên şexsan, lê berjewendiyên civakê ji xwe re dikin esas.
Yên ku olê bi kar tînin jî bi temamî dijminatiyê li civakê dikin. Rêbertî qala jiyana weke derwêşan dike û mînakên van hemûyan ji dîrokê werdigire. Kî dibe bila bibe; dîroka Îslamê dike çavkanî. Mînak derwêş çawa jiyan? Mal û milk nedan ser hev, felsefeya wan bi temamî 'pariyek, hirkayek' bû.
Rewşa me jî bi vî rengî ye. Hevalên me yên bi salan têkoşîna şoreşgerî meşandin birîndar bûn, fîşek li bedena wan ketin, şehîd bûn. Me berdêlên gelekî giran dan, lê belê kesekî bi tenê jî ev têkoşîn ji bo berjewendiyên xwe nemeşand."
Mîrxan Karker diyar kir ku ew xwedî felsefeyeke bi vî rengî ne û got, "Ji ber vê yekê Selefî di vê serdemê de jî zimanekî çiqasî qirêj bi kar bînin, Kemalîst, emperyalîst, kapîtalîst pratîkeke çawa bikin jî li hemberî pratîka me nikarin têbikoşin.
Lê belê divê civak di vê mijarê de baldar be. Meleyên me divê baldar bin."
'DIVÊ CIVAKA ME XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERKEVE'
Mîrxan Karker got, "Civaka me divê xwedî li cejnên xwe, li nirxên xwe xwedî derkeve. Mînak nikarin biçin goristanan û Fatîhayekê bixwînin. Halbûkî şaxê darekê bikeve goristanê kes wî şaxî ranake; ji ber ku pîroz e. Civak çima Mewlûdê pîroz dibîne? Ji ber ku ew bi zimanê civakê hatiye nivîsandin, ji ber vê yekê bi xweşiya civakê diçe.
Divê civak xwedî li aliman derkeve, kevneşopiya 12 aliman dewam bike. Her wiha divê felsefeya Rêbertî ji xwe re bike esas, pirtûkên wî bixwîne. Cîhanê bişopîne, Selefiyan teşhîr bike. Bi taybetî yên ku bi vê meseleyê zanin divê Îslama Demokratîk bi pêş bixînin. Jİ ber ku Îslama Desthilatdariyê ne tenê li hemberî me, ne tenê li hemberî Kurdan her wiha ji bo her kesî metirsî ye."