Welatên mezin xwe ji hewldana li dijî nukleerê vedigirin

Zêdeyî sed welatên endamê Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo qedexekirina çekên nukleerî dest bi danûstandinên ji bo peymanekê kirin. Welatên xwedî hêza nukleerî tên sûcdarkirin, ku bi rasteqînî tevnagerin.

Ji bo welatên dijberê nukleerê, ku Meksîka, Brezîlya, Afrîka Başûr, Swêd, Awûstûrya û Îrlanda jî di nav de ne, tevî Vatîkanê bi sedan saziyên civakî yên sivîl ên li qada navneteweyî piştgiriyê didin.

Ji bo qedexekirina çekên nukleerî û mohrkirina peymanek di vî warî de, duh li New Yorkê danûstandinan dest pê kir. Ev welatên navborî dixwazin, gotin û sozên li ser bêçekbûna nukleerî hatine gotin, bi cih werin anîn.

Lê belê, di serî de 5 endamên timî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî Yekbûyî, gelek welatên mezin xwe ji vê nêzîkatiyê vedigirin.

Nûnera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li NY Nîkkî Haley ev hewldan weke 'îrrealîst' bi nav kir û bi taybetî bal kişand ser aloziya ceribandina nukleerî ya bi Koreya Bakur re.

Tevî DYA, welatên Fransa û Brîtanyayê jî li dijî vê hewldanê derketin. Balkêş e, welatê Japonyayê jî ku bi sed hezaran mirovên wê bûn qurbanê bombeya atomê, li dijî vê helwesta dijberiya nukleerî sekinî.

Rûsya û Çîn, ku bi hêza xwe ya nukleerî tên naskirin, tevî ku ne mîna welatên Rojavayî jî be, xwe ji danûstandinên li dijî nukleerê vedigirin.