Wê Brezîlî êdî bi hêsanî çekê bigrin
Serokê Dewleta Brezîlyayê Jaîr Bolsonaro îro yasaya çek standinê ya li tevayî welat îmze kir. Yasaya ku standina çekê hêsan dike yek ji sozên Bolsonoro yên pêvajoya kampanyaya hilbijartinê bû.

Bi yasaya nû re peyama 2003’an a astengkirina standina çekan hate betal kirin.
Sala 2017’an li Brezîlyayê 64 hezar bûyerên kuştinê çêbûn. Brezîlya bi vê hejmarê re welatê herî zêde ku sûc tê lê kirine.